Bagera Cizîrê: Êrîşên çeteyan ên li ser Hecînê hatin şikandin

Şervanên QSD‘ êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê ya li ser Hecînê şikandin.

Bagera Cizîrê: Êrîşên çeteyan ên li ser Hecînê hatin şikandin
26 cotmeh, 2018   19:56

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê " Şerê Tinekirina Terorê" bi pêşdeçûnên QSD‘ê didome. Ji saetên sibehê ve, li eniyên Hecîn û El-Sûsê yên gundewarên Dêrazorê şerên giran di navbera şervanên QSD‘ê û çeteyên DAIŞ‘ê de rû dide. Çeteyên DAIŞ‘ê ji rewşa xirab a hawayê û bahoza tozê sûd girt û êrîşê nuqteyên şervanên QSD‘ê kirin.

Giraniya şer li gundê Behra yê nêzî Hecînê û herêma Mehetayê rû da.

Di şerê ku ji saetên sibehê de heya ber êvarî dewam kir de, şervanên QSD‘ê êrîşên çeteyan şikenandin, her wiha hewldana wan a êrîşa bi erebeyeke bombebarkirî şikandin û êrîşkarê erebeyê kuştin.

Yekîneyên Parastina Gel dimînê îmhakirina erebeyê û kuştina êrîşkarê li ser malpera xwe ya fermî weşand.

ANHA