Têkoşer Bêrîtan li Şamê hate bi bîranîn

Têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera şehadeta xwe ya 26‘an li Şamê hate bi bîranîn.

Têkoşer Bêrîtan li Şamê hate bi bîranîn
26 cotmeh, 2018   20:12

ŞAM

Kurdên li paytexa Sûrî Şamê têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anîn.

Meclisa herêmî ya taxa Zorava ya paytexa Sûrî Şamê bi armanca bîranîna têkoşer Bêrtîan civîneke li dar xist. Bi dehan kes beşdarî civînê bûn.

Endama TEV-DEM‘ê Çîçek Elî axivî.  Çîçek kesyata Bêrîtan û têkoşîna di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi bîr xist û ev tişt got: "Bêrtîna kesayeta jina berxwedêr a ku ji bo mafê xwe û yê gelê xwe tê dikoşe diyar kir, her wiha li hember zulm û îxanetê serî rakir. Têkoşer Bêrîtan banga rizgarkirina hemû jinan ji bendan kir."

Çîçek Elî anî ziman ku şehadeta Bêrîtan mîna çirûska ku rêya jinan ronî dike ku azadiya xwe bi dest bixîne.

Du dawiya axaftina xwe de endama TEV-DEM‘ê Bêrîtan Çîçek soza şopandina riya têkoşer Bêrîtan û hemû cangoriyên azadiyê da.

Di civînê senevîzyoneke der barê têkoşîna şehîd Bêrîtan hate nîşandan.

Civîn bi dirûşemeya bi dawî bû.

ANHA