Di çalakiyên îro yên Filistînê de 6 kes mirin

Di çarçoveya Meşa Mezin a Vegerê de li bajarê Ramellah û Xezayê leşkerên Îsraîlê êrîşî çalakiyên Filistîniyan kirin û 6 kes mirin û 179 jî birîndar bûn.

Di çalakiyên îro yên Filistînê de 6 kes mirin
26 cotmeh, 2018   16:52

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihadin ku di çarçoveya çalakiyên îna 31‘an a Meşa Mezin a vegerê de  li şirîta Xezayê 5 filistînî mirin û 170 jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku 3 li rojhilatê Xan Şêxûn, yek li rojhilatê Cebalya û yek din navenda Xezayê di encama gulebaran hêzên Israîlê de mirin.

Li aliyekî din jî ragihandin ku, balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyeke çavdêriyê ya Berxwedana Filistînê li rojhilatê Wargeha Birêc a navenda Xezayê û yek din li bakurê bajarê bombebaran kirin.

Li gundê Mezreya rojava ya bakurê rojavayê  bajarê Ramellayê şer di navbera hêzên Îsraîlê û filistiyan de rû da, di encamê de ciwanekî Filistînê mir û 9 jî birîndar bûn, birîna duduyan giran e.

Ji 30’ê Adarê ve her roja Înê li sînorê Xezayê çalakî tê kirin û zêdetirî 214 kes ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin û zêdetirî 22 hezar kes jî birîndar bûne.

ANHA