Cotkaran dest bi çandina genim û ceh kirine

Cotkarên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê bi barîna baranê dest bi çandina berhemên genim û ceh kir û bi hêvî ne ku îsal zeviyên wan berhemên baş bigirin.

Cotkaran dest bi çandina genim û ceh kirine
Cotkaran dest bi çandina genim û ceh kirine
Cotkaran dest bi çandina genim û ceh kirine
Cotkaran dest bi çandina genim û ceh kirine
Cotkaran dest bi çandina genim û ceh kirine
26 cotmeh, 2018   09:57

HESEKÊ

Cotkaran ji beriya hefteyekê û heta niha dest bi çandina zeviyên xwe bi genim û ceh kirin. Her wiha Komîteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyê ji cotkaran re pêşkêş dike.

Ji rêveberên Komîteya Çandiniyê ya Kantona Hesekê Selam Oso diyar kir ku ji beriya mehekê û li gorî plansaziya çandiniyê ya îsal wan dest bi dayîna ruxsetê zeviyên çandiniyê, semad û tov ji wan re pêşkêş dike û sotemiyê ji xwediyên traktoran re peyda dike.

Oso diyar kir ku wan her tonek genim bi buhayê 160 hezar lîreyên Sûriyeyê, tonek semada genim bi 220 hezar û ya cemedî bi 200 hezar lîreyên Sûriyeyê ji cotkaran re pêşkêş kir.

Oso destnîşan kir ku îsal ew girîngiyê didin zeviyên genim û got ceh buha ye lê tevî wê jî ew ê sotemeniyê ji cotkaran re peyda bikin da ku zeviyên xwe biçînin.

Ji ber ku herêma Cizîrê çavkaniya ku xwarinê ji hemû Sûriyeyê peyda dike û piraniya gelê wê di çandiniyê de dixebitin û bi taybet genim û ceh, ji ber wê cotkar bi hêvî ne ku îsal berhemên çandiniya wan baş bin û bi taybet piştî ku baran di rojên dawîn de baş bariya û kêf û xweşî xiste dilê wan de.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Seydo Heso got ew bi birayê xwe re di zeviyên xwe de kar dikin û wan beriya 8 rojan dest bi çandina genim û ceh kirine.

Seydo Heso di axaftina xwe de diyar kir ku di çend rojên dawîn de baran baş bariya, bi hêvî ne ku îsal mewsimê wan baş bigire û ji salên derbasbûyî baştir bin.

(bx)

ANHA