‘Îro şervanên Bêrîtan li dijî xiyanetê li Xakûrkê têdikoşin’

Endama PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Serêkaniyê hat li bîranîn. Endama Meclîsa TEV-DEM’ê Zeyneb Hebeş diyar kir ku Bêrîtan li dijî hişmendiya xiyanetê ya ku îro jî li Başûrê Kurdistanê tê kirin têkoşiya û niha jî şervanên wê li Xakûrkê tê dikoşin. 

‘Îro şervanên Bêrîtan li dijî xiyanetê li Xakûrkê têdikoşin’
‘Îro şervanên Bêrîtan li dijî xiyanetê li Xakûrkê têdikoşin’
25 cotmeh, 2018   13:31

HESEKÊ

Li Serêkaniyê Endama PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku di sala 1992’an de di şerê navbera PKK, dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê de teslimyet qebûl nekir û jiyana xwe ji dest da hat libîranîn. Bêrîtan heta fîşeka dawî şer kir, herî dawî ji bo çeka wê nekeve destê dijmin çeka xwe şikand û dest neda destê xayînan û xwe di zinaran de avêt. Ji wê rojê de gelê Kurd li herçar aliyên Kurdistanê keça Dêrsimî Bêrîtanê bi bîr tînin.

Îro jî gelê Serêkaniyê Bêrîtan li bîr anî. Bîranîn ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Star ve hat amedekirin. Bîranîn li Navenda Çand û Hûnerê ya Waş û Kanî hat lidarxistin. Saziyên sivîl, endamên QSD, YPG, YPJ û gelê Serêkaniyê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de posterê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û Bêrîtan hatin daliqandin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser qehremaniya Bêrîtan sinevziyonek hat pêşkêşkirin.

Di bîranînê de Endama Meclîsa Rêvebir a TEV-DEM’ê ya Bakurê Sûriye yê Zeyneb Hebeş axivî. Zeyneb diyar kir ku ew di destpêkê de di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên azadiyê de li bîr tînin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em wek jinên Kurd û gelê Kurd şopdarê rêbaza berxwedana Şehîd Bêrîtan bin. Dewleta Tirk a dagirker xwest ku çand, ziman û heta navê Dêrismê biguhere, lê bi berxwedana jinên Kurd ên wek Bêrîtan, Sara û Besê yan di polîtîkayên tunekirinê de bi serneket û dîroka Dêrismê parastin.”

‘Bêrîtan yekem jina li hemberî hişmendiya ku jinê bê îrade dibîne tekoşîn kir’

Zeyneb bal kişand ser berxwedana jinê ya di şexsê Bêrîtan de û wiha pêde çû: “Bêrîtan yekem jin bû ku li dijî hişmenidiya ku di nava partiye de jî jin wek kole û namûs didît derket. Wê fêr kir ku namûs axa welat û azadiye. Bêrîtan li hember hişmendiya ku gelan diçewisand, li hember bêhêzdîtina jinê û xinayeta navxweyî û yên teslîmî PDK’ê bûn derket û têkoşiya. Yek ji encamên çalakiya Bêrîtan jin bi îradekirin û kir artêş. Îro bi hezar zarokên me navê wê hildan, îro bi hezaran şervanên me navê wê hildan û fikra wê di akademiyên me de tên dayîn.”

Zeynab destnîşan kir ku heman hişmendiya xiyanetê niha jî di gel dewleta Tirk dixwaze bikeve Xakûrkê, lê niha jî şervanên Bêrîtanê li Xakûrkê li berxwedidin û nahêlin gavek bikevin Xakûrkê.

Piştî axaftina Zeyneb, Mamosta Îdrîs Hecî Hesen axaftinên Zeynep zivirand zimanê Erebî.

Piştî axaftinan bîranîn bi drumşa “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

ANHA