Navenda Şopdarên Rojê wêneyên xwe li Girê Spî nîşan dide

Navenda Şopdarên Rojê pêşandana wêneyên ku ji aliyê endamên navendê ve li bajarê Spî hatine kişandin, berdewam dike. Nîşandana wêneyan vê carê jî li Girê Spî pêk hat.

Navenda Şopdarên Rojê wêneyên xwe li Girê Spî nîşan dide
Navenda Şopdarên Rojê wêneyên xwe li Girê Spî nîşan dide
Navenda Şopdarên Rojê wêneyên xwe li Girê Spî nîşan dide
Navenda Şopdarên Rojê wêneyên xwe li Girê Spî nîşan dide
Navenda Şopdarên Rojê wêneyên xwe li Girê Spî nîşan dide
Navenda Şopdarên Rojê wêneyên xwe li Girê Spî nîşan dide
25 cotmeh, 2018   12:48

GIRÊ SPÎ

Piştî ku Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê 100 wêneyên ku li herêmên bakur û rojhilat li hemû bajar û navçeyên herêmê kişandine, îro li navenda çandê ya bajarê Girê Spî nîşan dan.

Wêneyên ku hatine kişandin, li ser bûyerên leşkerî û civakî ne ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine, her wiha berxwedana ku zarokên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê pêk hatiye.

Di pêşangehê de bi dehan şêniyên bajêr û endamên sazî û dezgehan amade bûn. Tê payîn ku wêne sibê li kantona Kobanê jî werin pêşandan.

(jo)

ANHA