Li Hewlêrê agir bi Bazara Lengê ket

Li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê agir bi Bazara Lengê ket ya ku 2400 dikan di nava wê de hene. Gelek dikan bûn xwelî.

Li Hewlêrê agir bi Bazara Lengê ket
25 cotmeh, 2018   14:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bazara Lengê ya Hewlêrê bi şev agir bi bazarê ket. Hê sedema şewatê nehatiye zelalkirin û tîmên agairkujê hewl didin şewatê bitefînin.

Li Bazara Lengê ya ku 2 hezar û 400 dikan hene, gelek dikan şewitîn û bûn xwelî.

Gerînendeyê emniyetê yê Hewlêrê Şiwan Ebdulqadir diyar kir ku saet di 04.00’an de agir bi bazarê ketiye û got ku, “Tiştek bi kesî nehatiye lê xisareke zêde ya maddî heye. Me nekarî em şewatê zûtir bitefînin, ji ber ku li bazarê tupên tefandinê tune. Ji ber vê jî bi derengî mudaxeleyî şewatê hate kirin.”