Li Minbicê pêşnegeha wêneyan a ”Ez li vir im”

Komeleya Ronahiya Pêşerojê ya Xêrxwaziyê bi dirûşmeya”Ez li vir im” li bajarê Minbicê pêşengehek vekir.

Li Minbicê pêşnegeha wêneyan a ”Ez li vir im”
Li Minbicê pêşnegeha wêneyan a ”Ez li vir im”
Li Minbicê pêşnegeha wêneyan a ”Ez li vir im”
24 cotmeh, 2018   15:21

MINBIC

Pêşengeh li Kefîtîriya Erd El-Seîde ya rojavayî çerxereya Sebi Behrat a bajarê Minbicê hate vekirin.

Bi dehan ji şêniyên Minbicê û malbatên zarokên ku tevlî pêşengehê bûne, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê, di vekirina pêşengehê de amade bûn.

Pêşengeh bi axaftina birêveberê komeleyê Ehmed El-Faxûrî destpê kir. El-Faxûrî bi xêr hatina beşdaran kir û mekanîzmeya xebatên komeleyê şirove kir. Paşê deriyê pêşengehê ji aliyê hin zarokan ve hate vekirin.

Piştre, beşdar derbasî nava pêşengehê bûn li wêneyan temaşe kirin. Her wiha kert li ser hemû beşdaran hate belavkirin da ku ji nava wêneyan baştirin 5 wêne hilbijêrin. Piştre wê encam werin diyarkirin û xwediyê baştirin wêne were xelatkirin.

Pêşengeh wê du rojan dewam bike.

Li gorî berpirsên komeleyê zarokên ji malbatên feqîr ku komele destekê dide wan, cihê xwe di vê pêşengehê de girtine. Destpêkê zarokên ku wênekêşiyê hez dikin, 35 zarok hatin hilbijartin û dewreyeke perwerdê li ser wênekêşiyê ji wan re hate vekirin.

Zarokên ku tevlî pêşengehê bûne jî hejmara wan 30 zarok e û wêneyên ku di pêşengehê de hatin pêşandan hemû ji bajarê Minbicê ne.

(kc)

ANHA