‘Yê bi xwaze şerê terorê bike bila biçe herêmên di bin dagirkeriya tirkiyê de ne’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan destnîşan kir ku gefên rêjîma Sûriyeyê ku heger Idlibê bi dawî bikin dê berê xwe bidin Bakurê Sûriyeyê pûç in û tu tiştê bi nirx tê de tune ye. Her wiha diyar kir ku divê ji bîr nekin ku hêzeke wan a xurt heye ku bi sed hezaran şervan cihê xwe tê de digrin. 

‘Yê bi xwaze şerê terorê bike bila biçe herêmên di bin dagirkeriya tirkiyê de ne’
24 cotmeh, 2018   09:45

HESEKÊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan dema ku 102 kesên ku bi tewana girêdanên bi çeteyê DAIŞ`ê re hatibûn girtin û bi însyatîfa  Rêêveberiya Xweser a Demokratîk serbest hatin berdan, îşaret pê kir ku wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Welîd Mûalim got heger ew Idlibê bi dawî bikin, dê berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha destnîşan kir ku axaftinên wî vala ne û tu tiştekî bi nirx tê de tune ye.

Sarûxan di axaftina xwe de got ên ku bixwazin şerê terorê bikin û herêmên Sûriyeyê rizgar bikin, bila biçin herêmên Cerablus, El-Bab, Ezaz û Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, şer bikin. Sarûxan diyar kir ku divê El-Mûalim gotiba em ê li wê derê li dijî dagirkeran şer bikin û herêmên xwe ji wan rizgar bikin.

Abdulkerîm Sarûxan diyar kir ku ew hêza xwe ji îradeya gelê xwe û hemû pêkhateyên herêmê ku ji bo rizgarkirina herêmê canê xwe feda dikin, digirin. Sarûxan destnîşan kir ku şerê biratî qediya, divê ji bîr nekin ku hêza wan heye ku bi sed hezaran kes cihê xwe tê de digirin û li eniyan şerê terorê dikin.

Abdulkerîm Sarûxan diyar kir ku li şûna ku rêjîma Sûriyeyê bi hêz û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çareseriyê bibîne, berovajî vê yekê zimanê gefan bi kar tîne, ji ber wê divê her kes zanibe ku rêjîma Sûriyeyê tu carî venagera salên beriya 2011`an.

Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Welîd El-Mûalim di 15`ê Cotmehê de di daxuyaniyeke çapemeniyê de bi wezîrê karên derve yê Iraqê Îbrahîm El-Caferî re diyar kir ku heger ew Idlibê bi dawî bikin dê berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(bx)

ANHA