Li ser çemê Firatê masîvaneke jin

Dûrî kolanên bajêr li nêzî çemê Firatê tenê dengê avê tê, li wir masîvana jin Emşe Mihemed masiyan digire û pê debara xwe dike.

Li ser çemê Firatê masîvaneke jin
Li ser çemê Firatê masîvaneke jin
Li ser çemê Firatê masîvaneke jin
Li ser çemê Firatê masîvaneke jin
Li ser çemê Firatê masîvaneke jin
24 cotmeh, 2018   09:32

DÎCLE EHMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Li ser çemê Firatê li bakurê Sûriyeyê, yek ji gundên biçûk ku bi rengê kesk hatiye xemilandin, gundê El-Deba ye û nêzî bajarokê Sirînê yê Kobanê ye. Şêniyên wan gundan ji êlên El-Emîrat in ku mezintirîn êlên Ereb li Bakurê Sûriyeyê ne.

Li gundê El-Deba wekî gelek gundên din ne alav, avahiyên mezin û ne jî rêyên ziftkirî hene, lê di aliyê xwazayî de yek ji cihên xweşik li Sûriyeyê ye û gelek darên sefsaf, serû û sinûbere û gelek darên zeytûn û hinaran lê hene.

Masîvanî ji pîşeyên sereke li wî gundî ye ku bi rêya wê debara xwe ya jiyanê dikin. Masiyên ku digirin, difiroşin bazirganan û bazirgan wan dibin bajar û bajarokan.

Emşê Mihemed ku bi temenê xwe 50 salî ye, zarokên wê derketin derveyî welat. 33 sal e li kêleka hevjînê xwe masiyan digire û hemû bendên ku li ser jinan hatibûn ferzkirin, şikandin.

Emşe Mihemed ku qermûçkên rûyê wê serpêhatiya salan vedibêjin, rojane keleka xwe ya biçûk li rex hevjînê xwe Ehmed El-Selûm ê 63 salî ber bi keviya çemê Firatê ve dibe û dest bi masîgirtinê dike.

Piştî ku 3 kurên wê derketin derveyî welat û keçên wê zewicîn û dûrî wê ketin, çongên Emşeyê diêşin lê tevî wê jî neçar e ku alîkariya hevjînê xwe bike ku debara jiyana xwe bikin.

Ji ber çem berê xwe didin malê, bi şev li ber roniya lembeyeke biçûk rûdinin. Mala wan a biçûk bi ax û keviran hatiye lêkirin.

Bi tenê motorsîklêteke wan heye û ew jî ji bo pêwîstiyên rojane kirîne. Her wiha keştiyeke biçûk heye ku bi rêya wê debara xwe dikin. Dixwazin jiyana wan baştir be û zarokên wan perwerdeyê bibînin û xizmetguzarî bikeve gundê wan.

Bi derketina rojê re Emşe û hevjînê wê berê xwe didin çem û dest bi rakirina şebekeyê dikin. Piştî seatekê ji rakirina şebekeyê, dayika Emşe û hevjînê wê hejmareke masiyan digirin, lê li gorî axaftina wan ku masî hindik in, ji ber ku hin masîgir rêyên nerast bi kar tînin, mayinan bi kar tînin û bi rêya elektrîkê masiyan digirin lê ev tişt jî dihêle hemû hêk biteqin.

Ev gund wekî gelek gundên din di salên 90‘î de ket bin avê û şêniyên gund koç kirin. Lê piştî ku bendava Tişrîn li ser çemê Firatê hate avakirin, hişt ku bi dehan gundên li derdorê winda bibin.

(jo)

ANHA