Kluba Kaniya Kobanê lîstikvanan digihîne

Kluba Kaniya Kobanê hewl dide zarokên xwedî arezû û karînên werzîşî bigihîne da ku di pêşerojê de bibin lîstikvanên pispor di warê futbolê de li kantona Kobanê.

Kluba Kaniya Kobanê lîstikvanan digihîne
Kluba Kaniya Kobanê lîstikvanan digihîne
Kluba Kaniya Kobanê lîstikvanan digihîne
Kluba Kaniya Kobanê lîstikvanan digihîne
22 cotmeh, 2018   10:06

DICLE EHMED-ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Kluba Kaniya Kobanê navê xwe ji stada bajarê Kobanê ya bi navê Kanî wergirtiye. Zarokên bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê bi her du zayendên xwe ve tev li klubê bûne û tîmên taybet ên keçan jî hene.

Zarok li ser şêwazên lîstika futbolê ji aliyê bedenî û exlaqê werzîşê ve tên perwerdekirin.

Têkildarî mijarê rahênerê futbola zarokan Ezet Kendo diyar kir ku ew hewl didin zarokan di temenên biçûk de perwerde bikin û hezkirina werzîşê di dilê wan de biçînin.

Tîma Kaniya Kobanê ji 29 lîstikvanan pêk tê. Temenên wan di navbera 6-15 saliyê de ye û rahênerek wan perwerde dike.

Bi dehan lîstikvanên ku di van du salên avakirinê de ji klubê Kanî derçûne, tev li gelek tîmên din bûne. Her wiha lîstikvana tîma klubê Firyal Ehmed a 15 salî, xelata baştirîn lîstikvana futbolê ya jin li Bakurê Sûriyeyê wergirt.

Lîstikvan heftane 2 caran perwerdeyên xwe li stada Kobanê dibînin.

Girêdayî mijarê zarokê bi navê Mistefa Ehmed got ku ew pir ji lîstoka futbolê hez dike û hêvî dike ku nûnertiya bajarê xwe di hemû boneyên futbolê de bike. Her wiha bang li hevalên xwe kir ku tev li tîmên werzîşê bibin.

Piştî 4 salan ji talan û wêrankirinê ku di encama şerên li bajêr rû dane de pêk hatine, hemû sazî û warên jiyanê ji nû ve dest bi avakirina bajêr kir.

(şx)

ANHA