‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’

Emîne û neviya xwe Fatme, êş û kederên bajarê xwe hilgirtin û neçar man koçber bibin. Her duyan diyar kir ku tiştên lê rast hatine nayên jibîrkirin û dê serê xwe ji êrîşan re netewînin û dest ji rêgezên xwe bernedin.

‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’
‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’
‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’
‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’
‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’
‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’
‘Parçeyên laşê me çûn lê em serê xwe ji êrîşên dijmin re natewînin’
22 cotmeh, 2018   10:03

ROZANA DAWÛD / HELEB

Artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran êrîşî bajarê Efrînê kir, bi xwe re gelek çîrokên xembar pêk anîn. Yek ji wan çîrokan jî çîroka şêniya bi navê Emîne Hac Reşîd û neviya wê Fatime Ibrahîm e.

Emîne Hac Reşîd (59) ji şêniyên gundê Hac Xelîl ê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê ye û dabîra 28 neviyan e.

Di êrîşan de, Emîne neçar ma ku ji Efrînê derkeve, dema ku digihîjin çiyayê Ehlam, li gundê Basûtê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin. Der barê mijarê de Emîne wiha dibêje: "Ez bi tiştekî nehesiyam, tenê min dît ez li erdê me û hemû laşê min bûye xwîn, dest û lingên min şikestin, 2 neviyên min û hevjînê min ku parçe lê ketibûn, bi min re bûn."

Emîna bû qûrbaniya bombebaran û şaşiyên tenduristiyê

Di cih de Emîne bi erebeyeke sivîlekî rakirin bajarê Nobil, bijîşkan destnîşan kir ku rewşa wê her roj paşde diçe, divê birînkariyê jê re bikin û nirxê birînkariyê bi 500 hezar lîreyên Sûriyê ye. Malbata Emîne jî nikaribûn ev qas pere bida, berê xwe dan nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Emîne di nexweşxaneyên Helebê de 10 rojan ma, 3 mehan di cebsînê de ma û nikaribû rûnişta yan jî bimeşiya.

Dema ku bijîşkan birînkarî ji destê wê re kirin, şaşiyeke tenduristî tê de derket, niha jî pêwîst e birînkariyeke din ji destê wê re bê kirin û nirxê wê 650 hezar e.

Piştî ku Emîne ji nexweşxaneyê derket, tevî hevjîn û neviyê xwe berê xwe da taxa Şêxmeqsûd ku dermanê xwe bibîne û tevî ku 6 meh derbas bûne jî nikare bimeşe.

Komîna taxê hemû pêdiviyên Emîne û malbata wê bi cih anîn.

Fatime li pey neviya xwe Emîne çû

Piştî ku hemû malbata Emîne Hac Reşîd gihaştin herêmên Şehbayê, mayinek bi neviya Emîneyê Fatime Ibrahîm (14) ve teqiya, di encamê de lingê wê yê rastê qut bû.

Fatime jî rakirin nexweşxaneyên Helebê ku derman bikin û lingekî îstinayî jê re pêda bikin da ku bikare li ser bimeşe.

Emîne berxwedana xwe wiha tîne ziman: "Em serê xwe ji êrîşan re natewînin û dest ji rêgezên xwe bernadin.” 

(jo)

ANHA