QSD`ê derbasî bajaroka El-Sûsê bû, şer giran e

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê ragihand hêzên wan derbasî bajaroka El-Sûsê bûne û li bajarok şerên dijwar rû didin.

QSD`ê derbasî bajaroka El-Sûsê bû, şer giran e
22 cotmeh, 2018   09:32

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê eşkere kir ku di saetên sibê hêzên QSD`ê derbasî bajaroka El-Sûsê bûne. Navendê ragihand ku hêzên wan bargehên çeteyan ên navenda bajarok kirin hedef û di van kêliyan de jî şerên dijwar rû didin.

Her wiha navendê ragihand ku hêzên QSD`ê di hundir bajarok de bi pêş ve diçin.

ANHA