Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî stratîjiya welatê xwe ya nû li Sûriyê pêşkêşî rayedarên Rûs dike,  di heman demê de şandeyeke din a Amerîkî gera xwe li Rojhilata Navîn didomîne. Li Iraqê jî xebatên siyasî têne astengkirin û serokê hikûmetê hewl dide di navbera du partiyên kurdî yên Iraqê navbeyînkariyê çêbike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
22 cotmeh, 2018   09:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin mijarên girêdayî tevgera Rûsya û Tirkiyê ya der barê Sûriyê de, xebatên siyasî li Iraqê û rewşa li Îranê destnîşan kirin.

El-Şeriq El-Ewset : Bolton stratîjiyeke nû li Sûriyê pêşkêşî Mosko dike

Rojnameya Rojhilata Navîn der barê tevgerên Rûs û Amerîka yên têkildarî Sûriyê di manşêtekê de got: "Şêwirmendên Ewlekariya Netewî ya Amerîka John Boton di serdana xwe îro ji bo Moskoyê stratîjiya welatê xwe ya der barê dosyaya Sûriyê de pêşkêş dike, di heman demê de şandeyeke amerîkî bi serkêşiya Jamis Jefrî li Sûriyê digere. Li aliyekî din jî duh li gelek derverên Idlibê û derdora wê (bakurê rojhilatê Sûriyê di navbera Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de) alozî derket. Hate dîtin ku Heyet Tehrîr El-Şam a ku peymama Rûs-Tirkiyê ya girêdayî herêma bêçek qulipand, dest bi hedefkirina base Misrê yê tundra kir, yê ku peyaman red kir. "

Di berdewama nivîsê de tê gotin" Bolton dê îro bi Wezîrê Derve yê Rûrsiya Sergi Lavrof û Sekretêrê Konseya Ewlekatiyê yê Rûsya Nikolai Patrushev der barê dosyaya Sûriyê de gotûbêjan bikin. Kermelin jî ragihand ku serok Vladimer Putin dê bi Boton re hevdîtinan bike, hevdîtin dê heya sibe berdewam bike. Di heman demê de nûnerê Amerîkê li Riyadê bi Serokê Danûstandinên Sûrî Nesir El-Herîrî hevdîtin kir û tekez kir ku Washingotin piştgiriyê dide pêkanîna aştî û lihevkirinê li Sûriyê . El-Herîrî jî di hevdîtinê de got, nêzîbûyîn û qutbûneke di navbera opozisyon û Amerîka der barê çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê de heye û tekez kir ku bi leşkeritî çareseriyê pêk nayîne, her wiha teqezî li ser girîngiya domandina şerê li hemberî terorê û vekişandina milîsên Îranê ji Sûriyê û vegera penabran kir."

El-Heyat: Pisgirêkeke di bendava Dimêr de heye Şam newqî nav navê dike… windahiyên mezin û cenaze li ber lehiyê diçin

Rojnameya El-Heyat "Şeva Şemiya borî bendava Dimêr a gundewrê rojavayê Şamê ya girêdayî Qelemûl hilweşiya, di encamê de krîseteke mezin li herêma Edra El-Umaliyê pêk hat.

Endizyarekî înşata ku nexwest navê eşkere bike diyar kir ku, rastî karîseteke pir mezin li Edra El-Umaliyê ya herêma Pîşezasiyê pêk hat, ku ji ber pirgirêkeke teknîkî bendav hilweşiya û gelek malbatên karker ên li herêma Pîşesaziyê bi sedan asê man, ta ekîpa enqazê dest bi kar kir. SANA'yê jî ragihand ku ji ber lehiyê du zarok û ciwanek li bajarokên Dêr Meqren û Kevîr El-Zeyet a Wadî Berde mirin û ziyan gihiştin gelek malan."

El-Ereb: Îranî çilrojiya El-Hisên kirine bareke li ser ewlekariya Iraqê

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin li ser qedexekirina serdana deverên pîroz ji aliyê desthilata ewlehiya Iraqê ve. Der barê vê mijarê de rojanameya El-Ereb got: "Desthilata Ewlehiya Iraqê nehişt ku bi sedan Îranê di riya deriyên başûr derbasî Iraqê bibin ji bo bîranîna çilrojiya Îmam El-Hisên, ji ber ku belgeyên wan ên derbasbûnê sextet bû. Her sal bi mîlyonan Şîî serdana Iraqê dikin da ku Çilrojiya El-Hisên bi bîr bînin. Di heman demê de gelek ji wan bi taybet bazirgan vê serdanê wekî derfet dibînin da ku bazrganiya xwe li herêmê bimeşînin."

El-Şeriq El-Ewset: Ebd El-Mihdî di navbera du partiyên Kurdî dibe navbênkar

Der bare mijara hilbijartinên Iraqê Rojnameya El-Şeriq El-Ewset wiha nivîsî "Serokwezîrê Iraqê yê hatiye erekedarkirin Adil Ebd El-Mihdî hewl dide di navbera du partiyên Kurdî (Demokatîk a Kurdistanê û Yekitiya Netewî) de xweş bike. di navbera herdu partiyan de li ser serokkomariyê nakokî derketibû. Siyasetmendarekî Iraqê ji El-Şeriq El-Ewset re got, tê payîn ku Ebd El-Mihdî roja çarşemê hikûmetê ragihîne, niha jî di navbera herdu partiyan de bibe navênkar, her wiha diyar kir ku Ebd El-Mihdî ji aliyê herdu partiyan ve tê qebûlkirin, siyasetmendarê Iraqê anî ziman ku nakokiyên herdu partiyan ji bo çareserkirina dosyaya Bexda û Hewlêrê nabe alîkar."

El-Heyat: Ruhanî hikûmekê sererast bike ku ji aloziya aborî xilas bibe

Der barê rewşa Îranê jî Rojnameya El-Heyat wiha nivîsî "

Serokê Îranê Hesen Ruhanî guhertineke nû di wezaretê de pêk anîn, bi vê yekê hewl dide aloziya aborî ya li welat sivik bike. Parlamana Îranê di tebaxê de wezîrên Kar û Aborî ji kar sekinandinê. Tê zanîn ku hikûmet rastî gelek zextan tê bi taybet pişît têkçûna Reyal û nebaşiya rewşa jiyanî li Îranl, nemza piştî vekişandina Rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump ji peymana nuklerî û ferzkirina cezayan li ser Îranê."

El-Ereb: Urdun biryar digire ku kirêkirina Baqûra û Xemer ji Israîlê nû neke

Rojnameyê di nivîsa xwe de got" Şahê Urdumê Abdullah El-Sanî bangawaziyên gel û dadgehê û sendîqeyan bersivand ku kirêkirina erdê Baqûra û Xemer careke nû neke.

Ukaz: Mosko Washingot hişyar dike: Vekişandina ji nûklerê xetere

"Cîgirê Xwezîrê Derve yê Rûsya Sergi Ribakof duh yekşemê di daxuyaniyeke xwe de li gel ajansa Tas a Rûsî vekişandina Washington ji peymana nuklerî ya ku di şerê sar de hatibû îmzekirin bi gaveke xeter bi nav kir û got: ev gav dê pir bi xeter be, ez bawerim ku civaka navdewletî wê baş jê fam neke û rastî şermezarkirinên ciddî were."