'Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya ramanên Ocalan bi ser ket'

Rewşenbîrên navçeya Dirbesiyê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û tecrîda giran ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye, şermezar kirin û wiha got: "Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya ramanên Ocalan bi ser ket.”

'Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya ramanên Ocalan bi ser ket'
22 cotmeh, 2018   06:45

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Rewşenbîrên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.

Helbestvan Mistefa Şêxmûs wiha got: "Dewleta Tirk bi rêya siyaseta qirêjî ku li ser Rêberê Gelê Kurd dide meşandin, dixwaze raman û felsefeya wî ji holê rake. Lê her kes dizane şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya projeya Neteweya Demokratîk ku Ocalan pêşkêş kiriye, bi ser ket.”

Şêxmûs tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya navdewletî der barê kiryarên dewleta Tirk de, diyar dike ku ew jî şirîkên dewleta Tirk in.

Nivîskar Rûken Yûsif bi lêv kir ku rejîma Tirkiyeyê hewl dide bi rêya çewisandina fikr û felsefeya Ocalan gelê Kurd dûrî rêberê xwe be, lê bi milyonan ji gelê Kurdistanê li ser fikrên Ocalan dimeşin. Rûken wiha berdewam kir: "Girtina rêber Ocalan ku parastina gelên bindest dikir, hemû qanûnên navneteweyî hatin binpêkirin, di nav de biryara dawîn ku serdana parêzer û malbatê qedexe kirin.”

Her du rewşenbîran bang li rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin ku tecrîdê li ser Ocalan rakin da ku Ocalan karibe mafên xwe yên rewa pêk bîne.

(jo)

ANHA