Çete milkên şêniyên Efrînê li mezadan difiroşin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê milkên şêniyên Efrînê li mezadan difiroşin.

Çete milkên şêniyên Efrînê li mezadan difiroşin
22 cotmeh, 2018   06:37

EFRÎN

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn 18`ê Adarê dagir kir, dagirkeran milkên welatiyan li navenda bajêr dizîn û niha jî li gundan diziyê didomînin.

18’ê Adarê gelek dezgehên çapemeniyê dîmenê  dagirkeran ka çawa deriyên dikanên bajarê Efrînê dişikînin û milkên welatiyan didizin, belav kirin. Girêdayî heman mijarê çavkaniyeke herêmî ji ajansa me re ragihand ku dagirkeran li herêmên ku dagir kirine wekî Cerablus, Bab, Ezaz, Raî û Efrînê mezadan (bazar) organîze dikin û milkên welatiyan difiroşin.

Heman çavkanî diyar kir ku piraniya tiştên ku li wan mezadan tên firotin, erebe û motorsîklêt in. Her wiha destnîşan kir ku milkên welatiyan ji bazirganên sûka reş û çeteyan tên firotin.

Li gorî heman çavkaniyê, milkên ku li mezadan neyên firotin, bazirgan dikirin û teqez kir ku çete gelek pere ji van mezadan werdigirin.

(şx)

ANHA