Şerê desthilatdariyê li Yemenê û pêşbirka herêmî

Aloziya Yemenê pirsgirêkeke girêkok e û gelek alî ketine nava hev û du û ji du beşan hundirîn û derve pêk tên. Beşa yekemîn girêdayî şerê desthilatdariyê di navbera hêzên Yemenê de ye û beşa duyemîn jî girêdayî nakokî û şerê herêmî û taybet di navbera Siûdiyê û Îranê de ye ku di rewşeke veguhastina ber bi sîstemeke navneteweyî ya nû û pirbilok de pêşbirka rola herêmî dikin.

Şerê desthilatdariyê li Yemenê û pêşbirka herêmî
22 cotmeh, 2018   06:08

MEDYA HENAN / NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya Yemenê ku niha berdewam dike, di sala 2011'an de dema ku xwepêşandanên gel li dijî serok Elî Ebdullah Salih hatin lidarxistin, dest pê kir. Serok Salih li gorî hevpeymaneke veguhastina desthilatdariyê bi serokatiya Ebid Rebo Menûr El-Hadî di sala 2012'an de dest ji serokatiyê berda.

Di Îlona 2014'an de piştî ku hêzên Hûsiyan serweriya xwe li ser paytext Senhayê ferz kir, aloziya Yemenê dijwartir bû. Ebid Rebo Mensûr El-Hadî jî neçar ma ji desthilatdariyê derkeve û di destpêkê de berê xwe da bajarê Edenê yê başûrê Yemenê û piştî ku Hûsî ji herêmê ve nêzîk bûn di destpêka sala 2015'an de reviya Erebistana Siûdiyê.

Yek ji aliyên herî girîng di aloziyê de Hûsî ne

Hûsî tevgereke dijberî hikumeta Yemenê ye û ji Îranê ve nêzîk in û parêzgeha Sehda ya bakurê Yemenê ji xwe re wek navend girtine. Navlêkirina Hûsî jî vedigere damezirînerê wê Hisên El-Hûsî ku di sala 2004'an de li ser destê Yemenê hate kuştin û tevger navê "Ensarullah" li xwe dikin.

Hûsiyan tevgera xwe di sala 1992'yan de ava kir. Nemaze ji ber ku ji aliyê hikumeta Yemenê ve hatibûn paşguhkirin û wek kêmneteweyekê di Yemenê de ne û rêjeya wan ji sedî 5 ji welatiyên Yemenê ye. Hûsî girêdayî pêkhateya Zeyd a îslamî ne.

Helwesta dewletên Kendavê û Îranê li hemberî aloziya Yemenê

Dewletên Kendavê ji destpêka şerê leşkerî ve di navbera aliyên Yemenê de helwesteke bêalî pejirand û bawer dikirin ku alozî ji derveyî qada Yemenê dernakeve û şer tenê dê di navbera çekdarên Partiya El-Islah û koma Ensarullah de sînordar bimîne. Li gorî vê baweriyê di encamê de îslamiya siyasî dê lawaz bikeve û bi taybet Partiya Kombûna Yemenê ya Çaksaziyê ku nêzî Îxwan Muslimîn e û bi taybet piştî ku partiyê karibû li giştî herêmên Yemenê alîgiriyên xwe zêde bike û bi hezaran endamên xwe di nava desteyên hikumetê de bi cih kirin. Nemaze her du wezaretên hundirîn û parastinê û desteyên desthilatdariya hundirîn de.

Di heman demê de lawazkirina koma Ensarullah El-Hûsî nemaze ji ber ku girêdanên bîrdozî û siyasî bi Îranê re hene. Lê vekişandina Partiya El-Islah ji şerê çekdarî dema ku koma Ensarullah êrîşî Senhayê kir, hevsengî hatin guhertin ku gelek aliyên siyasî yên hundirîn û derve xwe dispart wê. Ensarullah di heman demê de bi hêsanî karibû desthilatdariyê wergire û li gelek herêmên Yemenê bi dest xwe ve anîn.

Îran bi hemû hêza xwe xwest ji mayîna Yemenê li derveyî sîstema dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê sûdê wergire û rewşa Yemenê bi gelek aloziyên girêkok dagirtî ye û xwest serweriya xwe firehtir bike û çarçoveyeke siyasî ya nû ji xwe re li herêmê piştî Iraq û Sûriye û başûrê Lubnanê peyda bike. Îranê alîkariya siyasî û dîplomasî û heta astekê leşkerî pêşkêşî koma Ensarullah El-Hûsî kir û wek kêmbaweriyekê di bin zilmê de nas kir.

Li rex van geşedanan û nêzîkbûna hêzên Hûsiyan ji sînorên Siûdiyê re, hişt ku dewletên Kendavê li hesabên xwe vegerin û tevî hemû nakokiyên di navbera wan de karibûn biryareke destwerdana leşkerî di Yemenê de bidin û di bin sîwana Koalîsyona Erebî de ji bilî Qeter û Umanê.

Siûdî dixwaze serweriya Îranê li Yemenê bi dawî bike û Hûsiyan wek baskê Îranê bi heman şêwaza Hizbullahê li Lubnanê dibîne. Li hemberî hevpeymana aştiyê û bidawîkirina hemleya ezmanî ya li dijî Hûsiyan, Siûdî ji Hûsiyan dixwaze ku girêdana xwe bi Îranê re bi dawî bikin û çekên xwe radest bikin û mîsogeriyan der barê ewlehiya sînorê Siûdiyê de pêşkêş bikin. Her wiha xwe wek partiyeke siyasî bi nav bikin. Gumana ku Hûsî jî bi vê hêsanbûnê xwe radest bikin, tune ye.

Navbeynkariya navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Yemenê

Xebatên navbeynkariyê ya bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî der barê aloziya Yemenê de girêdayî agirbesta di navbera hikumeta Yemenê û hêzên Hûsî de bû. Şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Yemenê yê berê Îsmaîl Wid El-Şêx Ehmed li ser bingeha ku tenê hevpeymaneke lihevkirina demkî ye, dibe ku çareseriyeke siyasî ya hemdem pêk were.

Di van salên borî de rewşa li ser erdê gelekî dramatîk bû, niha nêzî 7 milyon welatiyên Yemenê di rêjeya birçîbûnê de dijîn. Her wiha bi hezaran jî ji ber nexweşiyên wekî kolera jiyana xwe ji dest da. Tevî ku alozî hê jî dijwartir dibe û xebatên pêkanîna agirbestê jî gelekî lawaz pêşve diçin.

Çalakiya aştiyê li Yemenê di destpêkê de bi şîrove û analîzên demborî hatin meşandin. Aliyên têkildar daxwaza wan ji çalakiya aştiyê re gelekî lawaz bû, her çi qas bi milyonan welatiyên Yemenê bigihîjin ber birçîbûnê. Hemû lîstikvanên sereke di aloziyê de ne û ji aboriya şer sûdê werdigirin.

Gelek hewldanên pêkanîna aştiyê têk çûn. Wek hewldana Hezîrana 2015'an li Cinêvê, danûstandinên Îlona 2015'an li Mesqetê, danûstandinên kanûna 2015'an li Piyal a Swîsreyê. Lê danûstandinên bihara 2016'an li Siûdiyê yekemîn danûstandina rasterast di navbera Siûdiyê û Hûsiyan de bû. Di van danûstandinan de kêmkirina şer û pevguhertina dîlgirtiyan erê kirin. Her wiha her du aliyan helwesta xwe guherand. Berdevkê Hûsiyan aşkera Îran rexne kir ku ji şer sûdê werdigire. Siûdiyê jî Hûsî wek "tevger" li şûna "leşkerên radîkal" bi nav kirin.

Girêkokên din ên çareseriya aloziya Yemenê

Danûstandinên pêk hatine, şandeyên Hadî û Salih negirtin nava xwe û di encamê de dema ku Siûdiyê xwest desthilatdariyê radestî hikumeta Hadî bike da ku danûstandinên li Kiwêtê bidomîne, mijar tevlihev bû. Dibe ku wek bertekekê ji bo dûrxistina wî, serok Hadî dijminekî Hûsî general Elî Mihsên El-Ehmer wek cîgirê serok beriya hefteyekê ji destpêkirina danûstandinan li Kiwêtê erkdar kir û vê yekê hişt ku  danûstandin di dawiya Tebaxa 2016'an de têk biçin. Piştî du mehan ji vê dîrokê, Hadî plana Neteweyên Yekbûyî red kir û bi vê yekê jî xebatên dawîn jî têk çûn.

Di wê demê de gelek girêkokên din ên aloziya Yemenê derketin û alîgiriya komên cuda hatin guhertin. Di encama şer de aliyên dûrî hev û du li hev kom kirin û li dijî dijberên hevbeş tev geriyan lê hemû girêdanên lawaz jî têk çûn. Piraniya biloka Hûsî – Salih dabeş bû û hin alîgir jî beşdarî koalîsyonê bûn. Di nava endamên koalîsyonê bi xwe de jî parçebûn çêbû. Hemû dijberiya hêzên Hûsiyan dikin lê hemû alîgiriya Hadî nakin. Bi taybet endamên Meclisa Demkî ya Başûr ku alîkariya xwe ji dewletên Îmaratê werdigire û ji aliyê desthilatdarê berê yê bajarê Edenê Îdros El-Zibêdî ve ku Hadî erkdar kiribû, dihat birêvebirin û gelek caran şerê alîgirên Hadî kir. Di encamê de dibe ku alozî di çarçoveyeke du partiyên sereke û alîgirên wan de sînordar nebe.

Helwesta Hûsiyan û qebûlnekirina radestkirina çekên xwe û destberdana ji desthilatdariyê

Di danûstandinên 3 salan de ku aliyên Yemenê pêk anîne û hemû têk çûne, ji ber israra Hûsiyan li ser mercên xwe bû ku derbeya wan rewa dike. Di hemû danûstandinan de tu encam nehatin bidestxistin. Di encama hin danûstandinan de jî mijar aloztir bû, nemaze ji ber ku Hûsiyan xwe spart şerê leşkerî û dirêjkirina şer û bidawîkirina koalîsyonê û Siûdiyê bi taybet di şerê ku lêçûna wê ya darayî û leşkerî giran dibe.

Îran bi vê yekê ji Hûsiyan dixwaze ku niha şerekî wekaletê bidin meşandin. Her wiha helwesta Hûsiyan ji hemû hevpeymanên siyasî bêguman dê bi erêkirina Îranê ve girêdayî be. Îran jî dibîne ku Hûsî dikarin bêtir li ber xwe bidin.

Hûsî di dosyaya mirovî de zextê dikin

Hûsî zexteke navneteweyî li hemberî koalîsyona erebî bi rêbazên dosyaya mirovî hêvî dikin da ku şer li Yemenê bi dawî bikin û hejmara qurbaniyên sivîl li Yemenê di encama êrîşên koalîsyonê de zêde nîşan bidin. Nemaze wek êrîşa li dijî otobusa li parêzgeha Sehda ku di encamê de 47 xwendekar ku piraniya wan zarok bûn, mirin.

Hewldana Hûsiyan a bazara li ser xwîna qurbaniyên sivîl eşkere bû ku xwe dispêrin zexta navneteweyî da ku zextê li kaolîsyonê bike û xwestin komkujiya El-Hudeyda plan bikin, piştî ku êrîşî nexweşxane û bazara masiyan bi hawanan kirin ku di heman demê de li navenda Netewên Yekbûyî ya li New Yorkê girêdayî aloziya Yemenê civînek hatibû lidarxistin da ku dosya mirovî bêtir li dijî koalîsyonê bidin xebitandin û rewabûna wê ya destwerdana leşkerî di Yemenê de bi dawî bikin. Lê nîşanên komkujiyên ku di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe  ji dest da, eşkere bû ku Hûsî kiryarên vê komkujiyê ne.

Derfetên serkeftina danûstandinên bê tune ne!

Şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Yemenê Martin Griffiths  beriya çend rojan daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku danûstandinên bê dê gelek dosyayên girêkok ên Yemenê bigire nava xwe. Her wiha dê veguhastina desthilatdariyê ber bi hikumeteke hevgirtî û niştimanî ve bibe û dê çekên Hûsiyan jê bistînin û wiha anî ziman: "Bi awayekî sereke em hewl didin lihevkirinekê di navbera hikumeta Yemenê û Ensarullahê de girêdayî dozên pêwîst pêk bînin da ku şer bê rawestandin û hevpeymanek pêk were."

Li vir diyar dibe ku derfeta serkeftina danûstandinên ku tê payîn di meha bê de bêne lidarxistin tune ye ji ber ku rêbazên ku Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ji yên berê ne cuda ne û nehatine guhertin.

ANHA