Li Afganistanê dema hilbijartinan hate dirêjkirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Afganistanê piştî pirsgirêkên fenî û tevliheviya ku li hindek bajaran çêbûn, dema hilbijartinan rojeke din dirêj kir. Her wiha li deverên cuda yên welat teqîn pêk hatin.

Li Afganistanê dema hilbijartinan hate dirêjkirin
21 cotmeh, 2018   10:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên Afganistanê roja Şemiyê dest pê kirin. Her wiha tevgera Talîban rêzedaxuyanî dan ku tê de bang kir ku “tev li hilbijartinên ku ji aliyên derve li ser welatê wan hatiye ferzkirin” nebin. Her wiha hişyarî da ku dibe êrîş li navendên hilbijartinan werin kirin.

Ajansa Spûtnîk diyar kir ku serokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Abdulbedî Seyad di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku 371 navendên hilbijartinan girtî bûn û îro dê deriyê xwe li pêşiya kesên ku dixwazin dengê xwe bidin, vekin.

Komîseriyê destnîşan kir ku nêzî 3 milyon kesî dengên xwe dane. Li paytexta Kabîl û wîlayeta Hîrat rêjeya herî bilind ji tevlêbûnê heye û ji ber gefan a herî kêm jî li herêma Farîabe ye.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Hundrîn a Afganistanê diyar kir ku komên opozîsyonê bi armanca ku tevliheviyê di hilbijartinan de derxin nêzî 193 caran êrîş kiriye. Di encama wê de 36 kes hatin kuştin û bi sedan sivîl û endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

(bx)