Şehîd Ebû Emced; fermandarê rast ew e ku guleya yekem di şer de davêje

“Dibe ku kuştina miroveke ji bo hin kesan tiştek hêsan be, lê zindîkirina kesekî ne mumkin e, di heman demê de rizgarkirina sivîlekî ji nava bencên çeteyan mîna ji nû ve zindîkirina wî ye." Bi van gotinan Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê  yê berê şehîd Ednan Ebû Emced armanca pênava wan a li dijî DAIŞ‘ê anî ziman.

Şehîd Ebû Emced; fermandarê rast ew e ku guleya yekem di şer de davêje
20 cotmeh, 2018   06:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîroka nûjen de, kêm caran fermandarên leşkerî li eniyên pêş ên şer de têne dîtin. Lê di Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de ev yek hate berovajîkirin. Dema şerê li hemberî komên çete dihatin dişopandin, fermandarên leşkerî li eniyên pêş ên şer de cih digirin û rastiya fermandariyê diyar dikirin, gelek fermandar jî beriya şervanan şehîd bûn. Mînakên vê yekê di nava YPG, YPJ û QSD‘ê de tê dîtin, wekî  Şehîd Çekjîn Efrîn, Jiyan Amed ên ku di pêngavaa rizgarkirina Girkê Legê û Çilaxa ya 2013‘an, fermandar Rûbar ê ku di Pêngava Rizgarkirina Çiyayê Kizwana û Çekdar Qamişlo yên ku di pêngava Êlîn û Cûdî ya rizgarkirina Girê Spî ji çeteyên DAIŞ‘ê şehîd bibûn û fermadarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebû Leyla ku di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de û Ednan Ebû Emced jî di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced 29‘ê Tebaxa 2017‘an li eniyên pêş ên Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê  ji çeteyên DAIŞ‘ê şehîd bû.

Ednan Ebû Emced, bi destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyê re beşdarî xwepêşandanên aştiyane yên li Minbicê dihatin lidarxistin dibe.

Piştî şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya aştiyane derdikeve û vediguherî leşkerî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê birêveberin, gurupên navê "Artêşa Azad" li xwe dikin bi hevkariya dewleta Tirk bajarê Minbicê dagir kirin û talan kirin.

Ebû Emced li gel hin hevalên xwe sala  2014‘an Tûgeya Şemis El-Şemal ava dikin û li hemberî  van koman sekinînin.

Ebû Emced, beşdarî şerê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser kantona Kobanê yên 2014‘an bû, her wiha cihê xwe di pêngavên rizgarkirina Girê Spî, Bendava Tişrîn, Hol, Şedadê, Minbicê û herî dawî di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

Ednan Ebû Emced, her tim cihê xwe di eniyên pêş ên şer digirt, bi rûkenî, rihê hevaltî, baweriya bi doza ku ji bo wê şer dike dihat naskirin, bi şehadeta hevalê xwe Feysel Ebû Leyla ve bi bandor dibe, lewra da ser şopa wî.

Ednan Ebû Emced di daxuyaniyeke çapemeniyê de sedama tevlêbûna xwe ya di nava xebatê şoreşê de diyar kir û anîbû ziman ku ew bi mebesta rizgarkirina gelê xwe ji zulma çeteyên DAIŞ‘ê û hemû komên çete di qada leşkerî de cih digere. Şehîd Ebû Emced, her wiha teqez kirbû, ku komên çete li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê berjewendiyên hêzên derve bi cih tînin.

Şehîd Ebû Emced digot:”Her ku sivîlek ji nava bencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar dibû û bi aliyê me de dihat, min xwe nedigirt, min têkoşîna xwe mezintir dike. Dibe ku kuştina mirovekî hêsan be, lê zindîkirina wî ne mumkin e, rizgarkirina her sivîlekî ji bencên DAIŞ‘ê mîna ji nûve jidayîkbûn e."

Şehîd û Fermandar Ednan Ebû Emced, gelek caran qala taybetmendiyên fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD‘ê dikir û ev wiha dûbare dikir: "Em dîrokê dinivîsînin û perdeyên reş radikin, fermadnar ne fermanan dide, lê belê pêşengtiya pêkanîna ferman û perspektîvan dike, fermandarê rasteqîn ew ê ku guleya yekem di şer de davêje."

Mahir El-Ewnî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û fermndarî Tûgeya Nîmat e, di dema şehadeta Ebû Emced li gel wî bû, di hevdîtineke demên berê bi ajansa me re gotibû, Şehîd Ebû Emced di pêngava rizgarkirina Reqayê de hertim li eniyê pêş bû û rewşa şervanan dişopand, ne wekî fermandar, lê wekî bira û heval nêzî şervanan dibû, her tima hêvî û moral dida wan.

Şervanan Ebû Emced wekî pêşeng didîtin, piştî şehadeta wî gelek şervanan dan ser şopa wî, niha di pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin.

ANHA