‘Armanca gefên Erdogan têkbirina ewlehiya herêmê ye‘

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Buroya Minbicê Salih Hac Mihemed destnîşan kir ku Erdogan gefên xwe yên li dijî Minbicê careke din dixe rojevê û diyar kir ku armanca van gefan têkbirina ewlehiya herêmê ye.

‘Armanca gefên Erdogan têkbirina ewlehiya herêmê ye‘
20 cotmeh, 2018   05:56

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Salih Hac Mihemed gefên Tirkiyê yên li dijî Minbicê bi "bihane" bi nav kir  û got armanca wê dagirkeriya xwe ya li Sûriyê berfireh bike.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Salih Hac Mihemed der barê gefxwarinên Erdogan ên li ser Minbicê de ji ajansa me re axivî û got, şêniyên Minbicê bajarê xwe bi rêve dibin û rêveberiya xwe ya ku hemû pêk hate cihê xwe tê de digirin ava kirin.

Hac Mihemed, di axaftina xwe de bal kişand ku Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê ve dest li Sûriyê wer dide û xwe wekî bav û parêzvanê gelê Sûriyê nîşan dida, herî dawî hin herêmên Sûriyê dagir kir.

Hac Mihemed bersiva gefên Tirkiyê yê li ser Minbicê da û got: "Êdî em fêrî van gefan bûne, her carê Erdogan derkeve li ser ekranên telefezyonan û gefan dixwe ku ew derbasî Minbicê bibe û gelê wê rizgar bike, em şêniyên Minbicê ne û em bajarê xwe bi rêve dibin, em rê nadin ku ti kes derbasî bajarê me bibe."

Serokê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê yê Buroya Minbicê Salih Hac Mihemed teqez kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji şêniyên Minbicê û bajêr ji mudaxeyên derve diparêze û wiha dewam kir:"Erdogan bi daxuyaniyan gefên derbasbûna Minbicê dixwe, armanca wî ji vê yekê ewlehiya herêmê têk bibe, lê bajarê Minbicê ji roja ku ji çeteyan hatiye rizgarkirin aram e û şêniyên wê di nava ewlehiyê de ne."

Hac Mihemed anî ziman ku Erdogan desteka lojisîk û leşkerî dida çeteyan û sînorê xwe ji wan re vekir da ku derbasî Sûriyê û Iraqê bibe û kuştin û wêrankirinê pêk bînin.

Salih Hac Mihemed di dawiya axaftina xwe hikûmeta Tirk muxateb kir û got: "Wekî şêniyên herêma Minbicê me hevgirtina xwe xurt kiriye, em destur nadin ku ti komên terorîst derbasî herêma me bibin, em heya dilopa dawî ya xwînê parastina bajarê xwe bibin."

ANHA