ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.10.2018
20 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hunermendê şêwekariyê yê Kurd Umer Hemdî (Malva) di salvegera sêyemîn a wefata wî bi bîr tîne, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşmeya "Rola partiyê di pêşxistina feslefeya civakî û danûstandinan de" semînereke li Kampa Serdemê ya Şehbayê li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Buroya Minbicê li hola ciwanan a bajarê Minbicê panêlekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera yekem a rizgarkirina bajarê Reqayê civînekî li navenda meclisê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewryeke perwerdeyê bi dawî dike, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xebatên Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo didome, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanê QSD'ê yê bi navê Necim El-Şewax di şerên li dijî DAIŞ'ê de lingê xwe dibe, dibêje rexmî vê yekê  ew ne poşma ne, ji ber ku xewna xwe ya xelasiya ji DAIŞ'ê pêk aniye. Necim wiha dibêje "Ez ne poşman im, lê berovajî wê ez serfiraz im." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yê li Şehbayê: Em dijwariya zivistanî tehemûl bikin û li hemberî dagirkeriyê bisekinin, wekî çawa em li hemberî êrîşên wan ên giran sekinînin bi heman rihî em li berxwedana xwe dewam bikin heya Efrînê rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji beriya çend rojan ve li hemû eniyên rojhilatê Çemê Firatê şerên dijwar di navbera şervanên QSD‘ê û çeteyên DAIŞ‘ê rû dide. Şervanên QSD‘ê ji bo parastina sivîlan bi baldarî pêşde diçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên Şehîdên Minbicê teqez kirin ku ew gefên Tirkiyê yên li ser herêmê qebûl nakin û gotin, ew rê nadin ti kesî ku derbasî bajarên wan bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-‘‘Dibe ku kuştina miroveke ji bo hin kesan tiştek hesan be, lê zindîkirina kesekî ne mumkin e, di heman demê de rizgarkirina sivikî  ji bencên çeteyan mîna ku ew mirov ji nû ve jidayik dibe ye." Bi van gotinan Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê  yê berê Şehîd Ednan Ebû Emced armanca pênava wan a li dijî DAIŞ‘ê anî ziman. Ebû Emced digot, "Fermndar ne kesê ku fermanan dide, lê belê pêşengtiya pêkanîna fermandaran dike û guleya yekem a şer berdide." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Buroya Minbicê Salih Hac Mihemed destnîşan kir ku Erdogan gefên xwe yên li dijî Minbicê careke din dixe rojevê û diyar kir ku armanca têkbirîna ewlehiya herêmê ye. Hac Mihemed daxuya kirin ku Minbicê ji aliyê şêniyên wê ve tê  birêveberin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmendarê Kurd Şemsedîn Mele Îbarhîm, diyar kir ku komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca rêgirtina li pêşiya belavbûna ramanê Ocalan ji aliyê 27 dewletan ve hate meşendan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman li hemberî destwerdana hêzên derve banga avakirina lêvegereke siyasî û lidarxistina kongreya Netewî ya Kurdistanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Siyasetmedar Cemal Hemo diyar kir ku ku YPG, YPJ û QSD‘ê herêmên Sûriyê rizgar kirin û diparêzin, ne ji wan baya dê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û DAIŞ‘ê ve hata dagirkirin, divê El-Mûelim hêza xwe ji bo vegerandina herêmên dagirkirî bixebitîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Fermandara YPJ’ê Rojda Felat destnîşan kir ku berxwedana li Reqayê di demeke kurt de derneketiye holê û hêzên wan piştî têkoşîneke mezin karîbû bajar ji çeteyan rizgar bikin û jinên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin, azad bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- DAIŞ'ê der heqê jinên Reqayê de gelek binpêkirinên ne exlaqî dane meşndin. Hovîtya çeteyan gihaşt asta recimkirinê. Çeteyan bi mebesta bi rûniştandina serweriya xwe li bajêr ev ferman pêk dianîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çaremîn Mîhrecana Şehîd Hogir a Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê li qada Şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê dest pê dike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bendava Kedîran ango (Bendava Bass)  ji bendên sereke yê Reqayê piştî Firat û Tişrînê ye tê, ku herkîna avê bi rêxistin dike, berhemên enerjiyê dide, her wiha zevî av dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber girêdana wê ya bi şaxên zeytûnan, malbateke Efrînî li pêşiya çadira xwe dareke zeytûnê çand. Malbat bi vê yekê dixwaze peyamek bide, ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ye û dê vegerin warê zeytûnan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA