Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist

Tevgera Kevana Zêrîn a taxa Şêxmeqsûd civîna xwe ya salane li dar xist û bernameya demên pêş eşkere kirin.

Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
Tevgera Kevana Zêrîn a Helebê civîna xwe ya salane li dar xist
19 cotmeh, 2018   17:19

HELEB

Tevgera Kevana Zêrîn a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dirûşemay "Bi rihê hunera azad û çanda dayika xwedawend em ê Efrîn rizgar bikin" civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn li hola civînana a taxê hate lidarxistin. Endamên tevgerê, kesên bi çand û hunerê eleqedar in û hejmareke endam û rêveberiyên saziyên sivîl ên taxê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê Rêvebera Tevgera Çand û Hunerê Rengîn Ebdo bi xêrhatina beşdaran kir.

Rêveberên Kongreya Star Şervîn Delîl û Fatima Hesen û Hevseroka Meclisa TEV-DEM‘ê ya taxa Şêxmeqsûd Sûad Hesen axivîn û di kesayetên şehîdên çandê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

Di axaftinan de, soza şopandina xeta şehîdên çand û hunerê wekî hunermend Mizgîn û Serhed hate dayîn. Hate gotin, dagirkeriya Tirkiyê hewl dide çanda gelê Kurd asîmîle bike, li ser vê yekê banga mezinkirina têkoşînê li hemberî van hewldanan hate kirin.

Paşê rêziknameya Tevgera Kevana Zêrîn ji aliyê rêvebera tevgerê Dîlan Şêxo ve hatin xwendin. Rêvebera Çand û Hunerê Jînda Sozda jî rapora salane ya xebatên tevgerê xwend.

Di civînê de, her wiha rewşa siyasî ji aliyê Rêvebera TEV-DEM‘ê Raperîn Cûdî ve hate xwendin. Cûdî, rewşa li herêmê rû dide, bi taybet rewşa Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirker şîrove kir. Di nirxandinê de hate gotin ku dagirkirina Efrînê komployeke navdewletî bû, hemû çekên giran li hemberî Efrînê hatin bi karanîn. Her wiha hate destnîşankirin ku şêniyên Efrînê li Şehbayê berxwedanê didomînin û di rizgarkirin û vegera li Efrînê de berdewam in.

Paşê jî senevîzyoneke der barê kar û xebatên tevgerê de hate nîşandan. Her nirxandin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.

Di dawiya civînê de, pilansaziya demên pêş hate diyarkirin, ji wan;

1-Pêşangeheke çandina dayikê dê were vekirin.

2-Ji bo azadiya Ocalan çalakiyên hunerî dê werin lidarxistin.

3- Beşê mûzîkê ji bo zarokan dê were vekirin û komên wan werin avakirin, her wiha komên dîlanan ên jinên ciwan ên malbatên şehîdan werin avakirin.

4-Serdana şêniyan werin kirin û çand û hunera kurdî bi wan re were nasîn, her navendên çandê werin vekirin.

Civîn bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA