Sucdarên bûyera kuştinê ya li Koçerat pêk hatibû hatin girtin

Kujerên mexdûr Hejar Elî Osman ê ji bajarê Dêrikê ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hatin girtin.

Sucdarên bûyera kuştinê ya li Koçerat pêk hatibû hatin girtin
Sucdarên bûyera kuştinê ya li Koçerat pêk hatibû hatin girtin
19 cotmeh, 2018   16:10

QAMIŞLO

Di 13‘ê Cotmeha 2018‘an de li herêma Koçerat a Dêrikê kesê bi navê Hejar Elî Osman ve ji aliyê kesên ne nas ve hatibû kuştin.

Hejarê ku bi du geleyên demançeya 7 mm hatibû kuştin cenazeyê wî li ser riya di navbera gundên Gir Kendal û Girê Şêra de yê herêma Dêrikê hatibû dîtin.

Hêzên Ewlekariyê ya herêma Dêrikê û Koçerat piştî lêpirsînê  kujer girtin. Kujer li xwe mukur hat ku wî ev sûc pêk aniye. Der barê vê yekê Dozgeriya Giştî ya Dêrikê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di dîroka 13‘ê Cotmeha 2018‘an de bûyereke kuştinê li herêma Koçerat a Dêrikê li ser riya di navbera gundên Gir Kendal û Girê Şêra pêk hat. Di encamê de Hejar Elî Osman ku li gel wî 140 hezar Dolarê Amerîkî û 2 milyon û 782 hezar lîreyên Sûrî hebû, hate kuştin.

Piştî bûyerê Hêzên Ewelekariyê yên Dêrik û Koçerat bi hevkariya Komîteya Lêpirsînê ya Dêrikê davilî lêpirsîn dane destpêkirin. Di dîroka 19‘ê Cotmeha 2018‘an dikarîn kujer bigirin. Lêpirsîn bi kujer re heya niha berdewam e.

Bila gelê me rihet be, hêzên ewlekariyê dê parastina ewlehiya şêniyan û milkên wan dewam bike, em soz didin gelê xwe ku her kesî ku dest dirêjî ewlehiya herêm û şêniyan bike û mîna van sucan pêk bîne dê hesab jê were xwestin."

Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hindirîn di demên pêş de detayên bûyerê û nasnameya kujer eşkere  bike.

ANHA