Xebatên roja yekemîn a  konferansa zanîngehan bi dawî bû

Xebatên roja yekemîn a  konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Sibê konferans wê dewam bike.

Xebatên roja yekemîn a  konferansa zanîngehan bi dawî bû
19 cotmeh, 2018   12:19

QAMIŞLO

Piştî axaftinan, raporên Zanîngeha Efrînê, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê hatin xwendin û nirxandin.

Di rapora Zanîngeha Efrînê de bandora dagirkeriya dewleta Tirk li ser zanîngehê de cihekî berfireh girt.

Zanîngeha Efrînê wek yekemîn zanîngeh li Rojava û Bakurê Sûriyê di sala 2015’an de hat vekirin. Di Zanîngeha Efrînê de fakulteyên aborî, endezyarî, wêje û tenduristî cih digirin.

Rapora Zanîngeha Efrînê ji hêla mamoste Welîd Bekîr ve hate xwendin. Di raporê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker 20`ê Çileyê êrîşî kantona Efrînê kir. Di êrîşan de gelek ziyan gihişt Zanîngeha Efrînê. Piştî destpêkirina êrîşên li ser Efrînê hemû xwendekar ji xwendinê qut bûn û ezmûnên nîvê salê hatin paşxistin. Piştî derbasbûna çeteyan bo bajarê Efrîn û gundewaren wê, gel li herêma Şehbayê berxwedana xwe berdewam dike. Gelek xwendevanên Zanîngeha Efrînê bi êrîşên dagirkeriyê re derbasî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê bûn.”

Piştî rapora Zanîngeha Efrînê, rapora Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Rojava jî hat xwendin.  

2 mamoste û lêkolîner bi rêya Skypeyê tev li konferansê bûn

Mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê Hawza Amîn bi rêya Skypeyê tev li konferansê bû û pêşniyarên pêşxistina zimanê kurdî, xurtkirina nasîna şoreşa Rojava û xurtkirina tekiliyên di navbera zanîngehên Rojava û başûrê Kurdistan de kir.

Ji Zanîngeha Oxfordê lêkolîner Ahmet Kara bi rêya Skypeyê tev li konferansê bû û diyar kir ku şoreşa Rojava Ji cîhane re dibe mînak û wiha got: “Pêşketinên di warê perwerdeyê de civakê jî bi pêş dixin. Di nava şer û êrîşan de perwerdekirina mirovan tê esasgirtin. Ji bo we di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim.”

Xebatên roja yekemîn a konferansê îro bi dawî bû û wê sibê bi pêşniyar û nêrînan wê konferans were bidawîkirin.

ANHA