Li Minbicê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir

Li bajarê Minbicê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirşûmeya "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistin û şopandina rêya wan misogeriya avakirina civaka demokratîk û azad e" destpê kir.

Li Minbicê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir
Li Minbicê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir
Li Minbicê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir
19 cotmeh, 2018   08:40

MINBIC

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê, Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqa, Reqa û Meclisa Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê beşdarî konferansê bûn. konferans li Hola Meclisa Zagonsaz a Minbicê tê lidarxistin. Cihê konferansê bi wêneyên şehîdan hatiye xemilandin.

Konferans bi rêzgirtin destpê kir.  Konferans bi axaftina didome.

Tê payîn Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarên wê were avakirin.

(bx)

ANHA