Şêniyên Reqayê: 17‘ê Cotmehê roja bilindkirina ala azadiyê ye

Şêniyên Reqayê got: "17‘ê Cotmehê ji bo me cejn e, roja roja rakirina ewrê tarî û bilindkirina ala azadiyê ye."

Şêniyên Reqayê: 17‘ê Cotmehê roja bilindkirina ala azadiyê ye
19 cotmeh, 2018   05:39

HEMED EL-MUSTEFA – EMAR EL- XELEF / REQA

Şêniyên bajarê Reqayê bi wesîleya salavegera yekem a rizgarkirina bajarê Reqayê ku ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Mustefa Îsmaîl anî ziman ku 17‘ê Cotmehê ji bo wan wekî roja cejnê ye û got:"Ev roj ji bo hemû gelê Sûriyê cejn e, bi taybet ji bo şêniyên Reqayê, ji ber zulma komên terorîst ên bi navê artêşa azad û yên wekî wê her cure êş û azar dîtin. Hemû komên ku ev der dagir kirin dizî û talan dikirin. Paşê çeteyên DAIŞ‘ê hat ku îdiaya islamê dikir, lê rastiya xwe islam reş dikir, li pêşiya çavên her kesî sivîl dikuştin û tirs di hindirê wan de diçand."

Îsmaîl bi bîr xist ku Reqa bi saya xwîna şehîdan rizgar bû û ev tişt anî ziman:"Reqa bi saya xort û çekên herêmê û xwîna şehîdan rizgar bû, îro jî bûye bajarê biratî û hezkirina hemû pêkhateyan Ereb, Kurd û Suryan, ti feriq di navbera me de nine. 17‘ê Cotmehê roja rakirina tarîtî û bilindkirina ala azadiyê li ser esmanî bajêr e."

Îlham El-Ehmed jî destnîşan kir ku 17‘ê Cotmehê ji bo jinên Reqayê rojeke girîng e û wiha domand:"Di vê mehê de bajarê me rizgar bû, ev roj ji bo me wekî jin pir girîng e û serkeftineke, ji ber em ji bendên DAIŞ‘ê yên ku li ser ferz kiribû, rizgar bûn. Îro jin bûye xwedî fikreke azad, kesayeteke bi hêz e cihê xwe di hemû qadên jiyanê digire."

Ebdulsemed El-Xelef jî got:"17‘ê Cotmehê rojeke girîng e û serkeftineke mezin e, em nikarin bi gotin û hevokan bînin ziman. Em vê dîrokê ti carî ji bîr nakin û nişfên li pey me jî wê bi bîr bînin. Em dikarin bi roja serkeftin, azadî û xelasbûna ji bendên terorîstan û fikrên tarî bi nav bikin, îro em azad bûne, ne kuştin û ne jî tirs ma ye, roj û saetên me ronî û bi kêfxweşî derbas dibin, îro cejna Reqawiyan e."

ANHA