Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin

Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Umer Îbrahîm El-Mihemed (Umer) li Goristana Şehîdan a li gund Hikûmiyê veşartin.

Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin
Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin
Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin
Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin
Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin
Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin
Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Umer veşartin
18 cotmeh, 2018   16:46

REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê ji bo wergirtina cenazeyê Umer ê ku li Reqayê dema li ser karê xwe bû şehîd bibû li ber çerxeriya Firûsiyê kom bûn. Şêniyan piştî wergirtina cenaze bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Kerwanê oxirkirinê dema gihişte gund ji aliyê dehan kesî ve di nava dirûşmeyan de hate pêşwazîkirin.

Merasîmê oxirkirinê, bi rêzgirtin û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Ji fermandarên QSD‘ê Feysel Ebû Ezîz axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.

Di merasîmê de, endama Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê Şemsa El-Salih û Rêvebera Mala Jinê Xaliya El-Kecwan axivîn û rola şehîdan a rizgarkirina herêmê destnîşan kirin. He wiha soza parastina destkeftiyên şoreşa Bakurê Sûriyeyê dan.

Nasnameya şehîd ji aliyê rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Girse di dirûşmeya cenazeyê şehîd spartin axê.

ANHA