Şaredariya Dêrikê û komeleyeke Elmanî hevpeymana dostaniyê îmze kirin

Şaredariya Berlîn û Şaredariya Gelê ya Dêrikê hevpeymana dostaniyê îmze kirin.

Şaredariya Dêrikê û komeleyeke Elmanî hevpeymana dostaniyê îmze kirin
Şaredariya Dêrikê û komeleyeke Elmanî hevpeymana dostaniyê îmze kirin
Şaredariya Dêrikê û komeleyeke Elmanî hevpeymana dostaniyê îmze kirin
Şaredariya Dêrikê û komeleyeke Elmanî hevpeymana dostaniyê îmze kirin
Şaredariya Dêrikê û komeleyeke Elmanî hevpeymana dostaniyê îmze kirin
18 cotmeh, 2018   15:12

QAMIŞLO

Endamên  Komeleya Hevkariya Bajaran a Elmanî bi armanca xurtkirina têkiliyan di her aliyan de, serdana Şaredariya Gel a Dêrikê kir.

Endamên komeleyê ku ji Edith Dunklitt  û Hans-Hunter Klippe  pêk dihat ji aliyê hevserokên Şaredariya Dêrikê Rojîn Çeto û Feremez Hemo ve hatin pêşwazîkirin.

Komeleya Hevkariya Bajarên Elmanyayê û Şaredariya Gel a Dêrikê hevpeyamana dostaniyê ya Şaredariya Berlînê şandibûn îmze kirin.

Li gorî hevpeymanê, têkiliyên her du aliyan di her qadan de "perwerde, ciwan, çand û huner, jin, zanist, aborî û  ekolojî " bêne xurtkirin.

Tê payîn ku, serdana komeleyê dê du hefteyan dewam bike. Endamên komeleyê dê xebatên şaredarî û saziyên Dêrikê  bi şopînin û serdanadeverên dîrokî bike. Paşê dê serdana herêmên din ên Cîzîrê bikin.

ANHA