Meclisa Jinan a Tebqayê xebatên xwe berfirhe dike

Melisa Jinan a Tebqayê xebatên xwe yên rêxistinirina jinan li gundewarên herêmên didomînin. Di vê çarçoveyê de navenda meclisê li gundê Siwêdiyê vekir.

Meclisa Jinan a Tebqayê xebatên xwe berfirhe dike
18 cotmeh, 2018   15:32

TEBQA

Meclisa Jinan a Tebqayê bi merasîmekê navenda meclisê li gundê Siwêdiyê ya bakurê bajarê Tebqayê vekir.

Navend bi armanca birêxistinkirin û perwerekirina jinan, her wiha çareserkirina pirsgirêkên wan hate vekirin.

Bi dehan jinên gund, endamên Komîteya Jinan a Teqayê, Meclisa Jin, Yekitiya Jinên Ciwan û Komîteya Giştî ya Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Rêvebera Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a herêma Teqayê Wela Nacî û Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Fatima Etiyê axivîn.

Di axaftinan de vekirina navendê li jinên gund hate pîrozkirin, hate gotin ev navend wê bibe bingeha perwerdekirina jinan, her wiha hêviya serkeftinê ji rêveberên navendê re hate xwestin.

Rêvebera Meclisa Jinan a gund Siwêdiyê Semîra El-Ebdullah bi xêrhatina beşdaran kirin ku diyar kir ku ev navend dê roleke sereke di perwerdekirina jinan û aktîvkirina rola wan di civakê de bilîze.

Deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Ebû Ereb ve hate vekirin, beşdaran jî li navendên geriyan.

Di dawiyê şahiyê de xelekên dîlanan hatin gerandin.

ANHA