Afram Îshaq bû Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo

Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq wekî hevserokê nû yê meclisa kantonê hilbijart.

Afram Îshaq bû Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo
18 cotmeh, 2018   13:53

QAMIŞLO

Di qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku di dawiya sala 2017‘an pêk hatibû de Perwîn Yûsif û Necîb Xûrî wekî hevserokên Meclisa Kantona Qamişlo hatibûn hilbijartin, piştî demekê Necîb Xûrî îstîfa kir.

Meclisa Kantona Qamişlo bi armanca hilbijartina hevserokê nû li şûna Necîb Xûrî civînek li avahiya meclisê ya ya bajarê Qamişlo dar xist.

Endamên meclisê, Perwerîn Yûsif û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan di civîn de amade bûn.

Di civînê de ji bo hilbijartina hevserokê nû yê meclisa kantonê dengdan pêk hat, li gorî piraniya dengan Afram Îshaq ê ji pêkhateyê Suryan hate hilbijartin.

Afram Îshaq soz da ku ew erka xwe ya xizmeta civakê bi rêkûpêk bîne.

ANHA