QSD û rûspiyên eşîreya El-Umeyrat li hev civyan

Fermandar û endamên Buroya Têkliyên Giştî ya QSD`ê û rûspiyên eşîra El-Umeyrat li hev civiyan.

QSD û rûspiyên eşîreya El-Umeyrat li hev civyan
18 cotmeh, 2018   13:35

KOBANÊ

Fermandarên QSD`ê û endamên Buroya Têkliyên Giştî ya QSD`ê bi armanca xurtkirina têkliyan bi eşîrên herêmê re, her wiha ji bo nirxandina geşedanên dawî îro li bajarokê Sirînê yê başûrê kantona Kobanê, civînek li dar xist.

Bi dehan rûspiyên eşîran tev li civînê bûn. Konê civînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd û ala QSD`ê hate xemilandin.

Ji fermandarên QSD`ê Ezîz Ereb û Îbrahîm Hemze axivîn û rola QSD`ê di pêngava hesas ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê têde derbas dibin, destnîşan kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê buroya herêma Firatê Azad Oso, Rûspiyê Eşîra El-Umeyrat Abdullhenan Umer û bi navê malbatên şehîdan ên eşîra El-Umeyrat Şêx Hisên axivîn.

Kesên axivîne teqezî li ser girîngiya hevgitina gelê Sûriyê li hemberî gefên li ser herêmên têne kirin, kirin.

Her wiha hate gotin ku parastina ewlehiya Sûriyê berpirsyartiyek e ku ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê xwestin.

ANHA