‘Biryara DEMM`ê ne li gorî qanûnê ye’

Hiqûqnasên kantona Şehbayê got biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ne û hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

‘Biryara DEMM`ê ne li gorî qanûnê ye’
18 cotmeh, 2018   12:34

ŞEHBA

Hiqûqnas û çalavkvanên qanûnî bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) şermezar kirin.

Daxuyanî li Kampa Serdem bi zimanên erebî û kurdî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne, hikumeta AKP`ê hewl dide îrade gelê Kurd û hemû gelan di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji wan bistîne û bi hevkariya komên mafya û îstixbaratên navdewletî ew dîl girtin û herî dawî jî tecrîdkirinê li wî ferz dikin.

Hiqûqnas û çalavkvanan di daxuyaniya xwe de bêdengiya navdewletî û bi taybet bêdengiya rêxistinên mafên mirovan der barê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DEMM`ê de şermezar kirin.

Hate diyarkirin ku ew biryar sûc û binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navdewletî ne ku li gorî biryara Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 16/12/1996`an ne hiqûqî ye. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew biryar siyasî ye tu girêdanên wê bi ganûnê ve tune ne û ev yek ji ber zexta hikumeta AKP`ê tê kirin.

Hiqûqnas û çalakvanan di dawiya daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DEMM`ê şermezar kir û bang li aliyên pêwendîdar kir ku li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê hewlestên xwe diyar bikin