MSD’ê konek ji bo ciwanên kampa El-Erîşe vekir

Komîteya Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk konek ji ciwanên koçber ên Dêrazorê re li kampa El-Erîşe vekir.

MSD’ê konek ji bo ciwanên kampa El-Erîşe vekir
MSD’ê konek ji bo ciwanên kampa El-Erîşe vekir
MSD’ê konek ji bo ciwanên kampa El-Erîşe vekir
MSD’ê konek ji bo ciwanên kampa El-Erîşe vekir
MSD’ê konek ji bo ciwanên kampa El-Erîşe vekir
18 cotmeh, 2018   11:55

HESEKÊ

Komîteya Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) konek ji ciwanan re ji bo zanakirina ciwanên hemû navçeyan û birêxistinkirina çalakiyên piştgiriya ciwanan vekir. Di merasîma vekirinê de, bi sedan ciwan, endamên rêveberiya kampê û komîteya ciwanên MSD'ê amade bûn.

Axaftvanan vekirina konê ciwanan di kampa El-Erîşe de pîroz kirin û diyar kirin ku vekirina kon ji bo rola ciwanan di birêxistinkirina civaka wan de girîng e.

Axaftvanan anîn ziman  ku di aloziya Sûriyê de girîng e ku rola ciwanan hebe ji bo yekbûna Sûriyeyê.  Paşê kon ji aliyê endamên rêveberiya komîteya ciwanên kampê hate vekirin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA