Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ûsame Emîn El-Xelef ku di Şerê Tinekirina  Terorê de şehîd bûbû, li Goristana Xidir El-Hemadê ya herêma Ebû Xeşeb hate oxirkirin.

Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
Şehîdê Şerê Tinekirina  Terorê Ûsame El-Xelef hate oxirkirin
18 cotmeh, 2018   12:40

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajarokên El-Kesra û Ebû Xeşeb û gundên wê beşdarî merasîma şehîdê QSD`ê Ûsame Emîn El- Xelef (Enes) bûn.

Şêniyan cenazeyê şehîd Ûsame El-Xelef ji gundê Ebo Xeşeb wergirt û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, paşê şervanên QSD'ê toraneke leşkerî li dar xist. Fermandarê QSD'ê Dilşêr Ehmed axivî û wiha got: "Em rizgarkirina welat li malbatên şehîdan pîroz dikin. Şehîdan ji bo azadiya welat canê xwe feda kir."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wîsal Hezaa jî axivî û wiha got:"Dema ku em şehadeta şervanan dibihîsin, em dizanin ku berbanga rizgariyê nêz dibe."

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Newriyê El-Îsa, Meclisa Xeta Ebû Xeşeb endama rêveberiyê Semah El-Cesim, endama Mala Jinan Şehrezad El-Casim axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiya merasîmê de şehîd Ûsame di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.

(jo)

ANHA