Hejmara qurbaniyên teqîna Qirimê gihaşt 20 kesan

Hejmara qurbaniyên teqîna Fakulteya Polytechnic a li bajarê Kerch ê Qirimê yê Rûsyayê gihaşt 20 kesan.

Hejmara qurbaniyên teqîna Qirimê gihaşt 20 kesan
18 cotmeh, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Interfax a Rûsî ragihand ku 15 qurbaniyên teqînê xwendekar in, di nav de 6 kes biçûk in û 5 kes ji karmend û mamosteyên fakulteyê ne.

Serokkomarê Qirimê Sergey Axîonov nasnameya êrîşkarê teqînê diyar kir.

Axîonov da zanîn ku navê êrîşkar Vladislav Ruslyakov e, 19 salî ye û xwendekarê refa 4’an a fakulteyê ye. Axîonov destnîşan kir ku êrîşkar xwe teqand û cenazeyê wî di buroya avahiyê de hatiye dîtin.

(jo)