Bi boneya salvegera rizgarkirina Reqayê, şaredariyê kar û xebatên xwe zêde kirin

Şaredariya Gel a Reqayê bi hatina salvegera yekemîn a rizgarkirina bajêr kar û xebatên xwe zêde dike.

Bi boneya salvegera rizgarkirina Reqayê, şaredariyê kar û xebatên xwe zêde kirin
Bi boneya salvegera rizgarkirina Reqayê, şaredariyê kar û xebatên xwe zêde kirin
18 cotmeh, 2018   08:53

REQA

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi hevkariya Tîmên Destwerdana Lezîgn û bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê, dest bi sererastkirina Çerxerêya El-Neîm kir ku çeteyên DAIŞ`ê ew kiribû “Çerxerêya El-Cehîm”. Projeya sererastkirinê dê di nava 3 mehan de bi dawî bibe. 

Ji aliyekî din ve jî şaredariyê werşeyên kesixandina daran li hemû bajarên Reqayê û derdora wê belav kirin da ku bajarê wan xweşik bibe, her wiha xebatkarên paqijiyê yên şaredariyê rojane bajarê xwe ji çop û sergoyê paqij dikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm got bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê wan dest bi sererastkirina Çerxerêya El-Neîm a bûbû mînaka tarîtiyê di nava 4 salên dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de, kir.

(bx)

ANHA