Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir

Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreya sêyemîn a endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi dawî kir.

Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê dewreyeke nû bi dawî kir
17 cotmeh, 2018   11:46

HELEB

Akademiya Şehîdên Helebê, dewreya sêyemîn a bi navê Şehîd Fule  ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi dawî kir. Dewre 17 rojan dewam kir û 20 endamên jin tevlê perwerdê bûn.

Endaman waneyên birdozî û leşkerî standin.

Merasîma bi dawîkirina perwerdê  li AKADEMIYA ŞEHÎDÊN HELEB ku li herêma Şiqêfe hate lidarxistin. Di merasîmê de nûnerên endamên saziyên sivîl, şervanên YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Paşê, gelek axaftin hatin kirin, di nav de Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eylem Çerkes û endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Heyfa Qirt Elî axivin û dawîkirina dewreyê pîroz kirin û destnîşan kirin ku bi hêza jinê wê dawî li terorê bê.

Endama Kongra Star Hêvîn Silêman destnîşan kir ku pir girînge perwerde û taybet di merheleya ku herêm têra derbas dibe, pêk werin.

Paşê endamên dewreyê sûnd xwarin. Merasîm bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî ji aliyê koma stranan a Cemîl Horo bi dawî bû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şehîd Fula di şerê Berxwedana Serdemê li dijî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû.

(jo)

ANHA