Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Rûsya hewl dide rêjîma Sûriyeyê derbixîne pêş, Waşinton jî li hemberî tevgera Rûsyayê bi gaveke dijber bi serkêşiya James Jeffrey derket û hewl dide rê li pêşiya Mosko bigire ku li hemberî hevpeymana Idlibê bi dewleta Tirk re dilnerm e.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
17 cotmeh, 2018   08:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser encamên hevpeyaman Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de û behsa xebatên avakirina herdu hikûmetên Lubnan û Îraqê kirin. Rojnameyan her wiha behsa doza windabûna çapemenîgerê Siûdî Cemal El-Xaşiqçî kirin.

Şerq El-Ewsat: nerbûneke Rûsî bi Enqereyê re li Idlibê

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin girêdayî rewşa dawî li Idlibê behsa encamên hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku piştî muhleta vekişandina tabûrên radîkal ji devera bê-çek bi dawî bû, radîkalan baregehên xwe vala nekirin, Mosko duh nermbûneke xwe nîşan da û muhleteke nû da Enqereyê da ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê pêk bîne. Berdevkê Kirêmlên Demitrî Pîskov girêdayî mijarê wiha got: "Li gorî agahiyên ku em ji leşkerên xwe werdigirin hevpeyman tê pêkanîn û artêşa me ji tevgera Tirkiyeyê razî ye." Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku duh ti vekişandin û dewriye li devera bê-çek pêk nehatine û heta niha qonaxa duyemîn a hevpeymanê pêk nehatiye û ti nîşanên pêkanîna wê jî tune ne.

El-Ereb: Rûsya Şamê bi derdora wê ve girê dide û ji bo hevpeymana Idlibê dilnerm e

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku li rex dilnermbûna Rûsya ya pêkanîna hevpeymana Idlibê ji bo tecrîdkirina rêjîma Sûriyeyê bi dawî bike tevdigere û girêdana wê bi derdora wê ve vegerîne. Her wiha di vekirina dergehên sînorê de bi roleke sereke radibe. Nemaze ti kesî bawer nedikir ku beriya veguehstineke siyasî ya rasteqîn di Sûriyeyê de çênebe pêk were. Rûsya her wiha ragihand ku ew ji tevgera artêşa Tirkiyeyê ji bo avakirina devereke bê-çek razî ye.

Rojnameyê da zanîn ku Kirêmlên tevgerên Tirkiyeyê ji bo pêkanîna hevpeymanê ciddî dibîne tevî ku tabûrên radîkal li gorî hevpeymanê tevnagerin. Ev yek derfetê ji Rûsyayê re peyda dike da ku rêjîma Sûriyeyê careke din derxîne pêş û bi derdora wê ve girê bide. Çavdêr diyar dikin ku serdana şandeya Rûsî li Riyadê û civîna wê bi tacîdarê Siûdiyê mîr Mihemed Bin Selman re dikeve vê çarçoveyê.

Çavdêran diyar kirin ku dema serdanê piştrast dike ku Rûsya dixweze ji tevliheviya têkliya di navbera Riyad û Waşintonê de di van rojên dawî de sûd werbigire. Her wiha guman e Pûtîn mijara derxistina pêş a rêjîma Sûriyeyê bi serokê Misrê Ebid El-Fetah El-Sîsî re gotûbêj bike û hewl bide Sûriyeyê vegerîne Yekîtiya Dewletên Ereb.

Jeffrey jî dê di gera xwe ya li herêmê de pêwîstiya pêkanîna lihevhatineke siyasî gotûbêj bike.

El-Heyat: Waşinton graniya xwe dide pêkanîna lihevhatinekê li Sûriyeyê

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku duh di navbera Mosko û Enqereyê de hevpeymanek pêk hat û muhleta pêkanîna qonaxa duyemîn a hevpeymana Idlibê dirêjtir kir. Waşintonê jî ji bo çalakiya siyasî ya cemidandî di Sûriyeyê de tevbigerîne dixebite. Wezîrê karên Deve yê Rûsyayê Sergî Lavrov vexwendinek ji serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed re şand da ku serdana Rûsya û El-Qurim bike."

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê û xebatên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih ragihand ku welatê wî beşdarî ti bilokên herêmî nabe û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Salih bilokbûyîna Iraqê red dike".

Rojnameya El-Heyat jî behsa xebatên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Partiyên Sunnî yên Iraqê ji bo wergirtina wezaretên Parastin û Darayî bi israr in".

Rojnameya El-Ereb jî behsa xebatên Komîteya Lêkolînê ya Iraqê der barê xwepêşandanên meha borî de kir û maşêteke xwe wiha bi nav kir: "Komîteya Lêkolînê 'destdirêjan' bi kuştina xwepêşandêran tewanbar dike".

Îran

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa revandina leşkerên Îranê li nêzî sînorê di navbera Îran û Pakistanê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Opozîsyonerên Belûş endamên 'zîrevanên şoreşgerî' yên Îranê revandine".

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "146 dewletan di Konseya Giştî de piştgiriya xwe bi Filistînê re ji bo serokatiya koma 77 ragihandin."

Lubnan

Girêdayî çalakiyên siyasî ya avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê jî rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku avakirina hikûmetê nêzîk bûye û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî; avakirina hikûmetê nêzîk e".

Doza Xaşiqçî

Der barê doza revandina çapemenîgerê Siûdiyê Cemal Xaşiqçî li Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tirkiye doza Xaşiqçî ji bo berjewendiyên xwe yên ciyosiyasî bikar tîne."