Li Qamişlo 27 milyon lître mazot wê were belavkirin

Rêveberiya Sotemeniyê ya Qamişlo 27 milyon lître mazot ji bajêr re veqetandiye. Her wiha rêveberiyê ji bo şopandina mekanîzmeya belavkirinê 2 komîte ava kirin.

Li Qamişlo 27 milyon lître mazot wê were belavkirin
Li Qamişlo 27 milyon lître mazot wê were belavkirin
16 cotmeh, 2018   08:37

EHMED SEMÎR - UDEY EL-EHMED / QAMIŞLO

Bi armanca gihandina mazotê ji hemû şêniyên bajarê Qamişlo re ku dabeşî aliyê rojhilat û rojava bûye, hemû komîteyên xizmetguzarî yên komînan serjimarek ji bo zanîna hejmara malên her du aliyan çêkir. Piştre ev serjimarî ji meclisa her du aliyan re hate rakirin û wan ji aliyê xwe ve rakir Rêveberiya Sotemeniyê ya Qamişlo da ku para xwe ji mazotê bibin.

Li gorî wê Rêveberiya Sotemeniyê miqdara mazotê ya pêwîst bi awayekî beşî radestî meclisên her du navçeyan kir. Heta niha rêveberiyê 7 milyon lître mazot radestî meclisên her du aliyan Qamişlo (rojhilat û rojava) kiriye. Niha jî komîteyên xizmetguzarî yên komînên her du aliyan bi hevkariya Rêveberiya Sotemeniyê mazotê li şêniyan belav dike. Para her malbatekî 400 lître mazot e.

Komîteyên çavdêriyê

Rêveberiya Sotemeniyê ya Qamişlo ji bo şopandina belavkirina mazotê li şêniyan 2 komîte ava kirin. Her du komîte navên ku berê hatine tomarkirin dişopîne û ew jî bi armanca gihandina mazotê ji hemû şêniyan re beriya zivistanê ye. Her wiha guhdarî giliyên şêniyan li ser awayên belavkirina dike. Rêveberiya Sotemeniyê hemû lêçûnên belavkirinê girtiye ser xwe.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Qamişlo Yûsif Xişo diyar kir ku Rêveberiya Sotemeniyê li gorî belgeyan mazot ji şîrketa Sadkopê girtine. Girêdayî mekanîzmeya belavkirinê, Yûsif destnîşan kir ku xebatên belavkirinê heta niha berdewam in û bi awayekî wekhev li şêniyan tê belavkirin.

Di dawiyê de Yûsif anî ziman ku eger pêwîstiya şêniyan bi mazotê çêbû, dê careke din belav bikin.

(şx)

ANHA