Li gundên Şehbayê di navbera rêjîm û çeteyan de şer rû dide

Hate ragihandin ku di nav kêliyan de li derdora gundên Um El-Hoş, Herbel û Şêx Îs yên Şehbayê şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de rû dide.

Li gundên Şehbayê di navbera rêjîm û çeteyan de şer rû dide
15 cotmeh, 2018   20:28

ŞEHBA

Nûçegihanên me ji kantona Şehbayê ragihandin ku di van kêliyan de li derdora gundên Um El-Hoş, Herbel û Şêx Îs ta Bendava Şehbayê di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şer rû dide.

Şer piştî ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe nêzî xeta li beramberî deveberên navborî bi cih kirin, pêk hat.

Çeteyên dewleta Tirk ji aliyê bajarê Mari ve êrîşî bargehên rêjîmê dikin.

Şer didome.

ANHA