Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû

Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ku bi dirûşmeya” Destpêk Sûriyê… Bi Sûriyê Pêşerojê re” li stada El-Beldî ya Reqayê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
Mîhrîcana Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi dawî bû
15 cotmeh, 2018   15:25

REQA

Mîhrîcana bi armanca danasîna partiyê hatibû lidarxistin, şandeyên ji Bakurê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên herêmê, fermandarên QSD’ê û bi sedan şêniyên Reqayê tev lê bûn.

Mîhrecan bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Serokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Muhened El-Kîkacî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. El-Kîkacî diyar kir ev mîhrecan a yekem ku ser asta Bakurê Sûriyeyê tê lidarxistin, hilbijartina  bajarê Reqayê ji bo şahiyê derbeyeke li hemberî çeteyan e, Reqa piştî rizgarkirinê bû nimuna biratiya gelan û jiyana hevbeş û cihê çeteyan li vir nine.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî axivî û wiha got: "Partiya Sûriyeya Demokratîk xwe dispêre fikrê netewa demokratîk û biratiya gelan, fikrê me banga Sûriyeya pirreng û ne navendî dike, hemû pêkhateyên Sûriyeyê di bin sîwana biratiya gelan û jiyana hevbeş kom dike, em bi hêvî ne ku beşdarî forma destûra nû bibin û Sûriyeya pêşerojê ava bikin."

El-Qeftan, her wiha got: "Em niha li vir li bajrê Reqayê kom bûne, bajarê ku çeteyêên DAIŞ‘ê ji xwe re kiribûn paytexta xîlafetê û fikrê xwe yê tarî û tirs lê belav kiribûn, bi saya fedekariya keç û xortên Bakurê Sûriyeyê bajar ji terorê hate rizgarkirin û di aramiyê de ye. Em ji bo avakirina rêveberiyên li Bakurê Sûriyeyê dixebitin da ku bibe modêla çareserkirina aloziya Sûriyeyê. Divê em li hemberî her kesên ku dixwazin destkefiyên me têk bibin bisekinin."

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Umer jî axivî û got: "Îro û li vê deverê ku bûye sembola biratiya gelan û aştiyê gelên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê mozeyîkeke niştimanî ava kirine û bi hev re fedekarî nîşan da û li hemberî terorê sekinînin."

Emîna Umer her wiha got: "Berê ev dever bibû cihê kuştin, serêjkirin û tirsê, niha bûye mişeleyeke ku riya hezkirin û aştiyê ronî dike. Ev hemû berhemên berxwedaniya QSD‘ê ye."

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şemis El-Salih jî axivî  û hemû şehîdên ku di oxira rizgarkirina Reqayê de şehîd berdêl dane bi bîr anîn û banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Piştî axaftinan, komên Zerdeşt Kobanê, hunera gelerî ya Tebqayê û Diret El-Furat" şano û stran gotin.

Mîrhecan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD‘ê bi dawî bû.

ANHA