Belavkirina tovan li cotkdarên Hesekê dest pê kir

Komîteya Çandiniyê ya Hesekê dest bi belavkirina tovan li cotkaran kir .

Belavkirina tovan li cotkdarên Hesekê dest pê kir
15 cotmeh, 2018   14:41

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Di sala borî de ji ber kêmbûna baranê û barîna wê di dawiya mewsimê de ziyan gihiştin çandiniyê, lewra cotkaran gelek xisar dîtin.

Komîteya Çandiniyê ya Hesekê ji bo dabînkirina xisarên cotkaran, eger bûyer dîsa dubare bibe, nîqaşan dikin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê ya bajarê Hesekê Fîras Mihemed teqez kir ku ji bo misogerkirina mewsimek baş, wan baştirîn cureyên tovan li cotkaran belav kir.

Mihemed got: "Kalîteya tovan ên herî baş in. kesên pispor tovan pak dikin û embar dikin. her wiha li gel me nimûneyên tovan hene. Cotkar dikare li gor wan bikire."

Her wiha Mihemed xuya kir ku wan niha li gorî ruxsetiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê dest bi belavkirina tovan li cotkaran kirine. Ji bo her dinomek zevî 25 kg tov û semad hatiye diyarkirin.

Mihemed destnîşan kir ku buhaya her tonekî genim dighêje 160 hezar L.S. Lê buhaya tonek semada sar 200 hezar û semada germ 200 hezar L.S.

Mihemed diyar kir ku ji ber xisarên cotakaran ên sala borî, nîqaş li ser pêşkeşkirina alîkariyê ji bo wan tên kirin û wiha got: "Eger heman pirsgirêka sala borî dubare bibe, em ê xisarên cotkaran bi pêşkeşkirina hinek alîkarî weke pêşkeşkirina miqdarek diyarkirî ji tovan an jî bi dayîna pereyan dabîn bikin."

Di dawiyê de Endamê Komîteya Çandiniyê Fîras Mihemed bang li cotkaran kir ku li gorî dewreya çandiniyê bimeşin. Ji ber ku dewreya çandiniyê di heman demê de sûdê li cotkaran û zeviyan dike.

(şx)

ANHA