Li Girê Spî perwerdeya pêşxistina asta mamosteyan

Bi armanca pêşxistina qada perwerdehiyê li kantona Girê Spî, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê dewreyek perwerdeyê ji bo pêşxistina mamosteyan vekir.

Li Girê Spî perwerdeya pêşxistina asta mamosteyan
Li Girê Spî perwerdeya pêşxistina asta mamosteyan
Li Girê Spî perwerdeya pêşxistina asta mamosteyan
15 cotmeh, 2018   13:36

GIRÊ SPÎ

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Girê Spî bi armanca derbaskirina kêmasiyan berê û pêşxistinê warê perwerdehiyê dewreyek perwerdeyê li peymangeha Roşîn a li bajêr vekir. 160 mamosteyên ji pêkhateyên Kurd û Ereb beşdarî dewreya perwerdeyê bûne.

Dewre destpêka meha Cotmehê destpêkiribû û tê payîn ku 9 mehan bidome.

Di vê dewreyê de mamoste li ser şêwazên danûstandina bi xwendekaran re, avakirina kaseyetên berpirsyar û şêwazên wanedayînê li gorî meteryalên Bakurê Sûriyeyê tên perwerdekirin.

Di vê dewreyê de dê mamosteyên branşan "Bîrkarî, Zanistî, Civakî, Dîrok, Zimanê Kurdî û Erebî" bêne amadekirin.

Dewre rojane di saet 8:00`an de destpê dike û heta 13:00`an didome.

Têkildarî mijarê endama rêveber a peymangehê Xalîde Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku dewre bi armanca  ku kêmasiyên berê derbas nebin, û avakirina mamosteyan hatiye vekirin.

Xalîde wiha domand: " Piştî her 3 mehan  em ê asta mamosteyan binirxînin da ku derbasî qonaxa din bibe."

Di dawiyê de Xalîde destnîşan kir ku piştî bi dawîbûna dewreyê ji bo xuyakirina asta mamosteyan dê di ezmûnekî re derbas bibin û li gorî ezmûnê dê li ser dibistanan bên belavkirin. Lê mamosteyên ku asta wan lawaz e dê carek din di dewreyê re derbas bibin.

(şx)

ANHA