Şervanên nû: Sonda me rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e

Şervanên tev li dewreya perwerdeyê ya Şehîd Xebat a YPG ‘ê bibûn teqez kirin ku armanca wan a sereke ya tevlîbûna nava refên parastinê rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê ye.

Şervanên nû: Sonda me rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e
Şervanên nû: Sonda me rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e
Şervanên nû: Sonda me rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e
Şervanên nû: Sonda me rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e
Şervanên nû: Sonda me rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e
15 cotmeh, 2018   13:20

HESEKÊ

Akademiya Şehîd Xebat a YPG‘ê ya navçeya Dirbêsiyê bi tevlêbûna şervanên ku nû dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Ciwan" dabû destpêkirin.

Şervanên tev li dewreyê bibûn ji pêkhateyên Kurd û Ereb in.

Dewreya perwerdeyê 45 rojan dom kir, tê de waneyên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Bi armanca bidawîbûna dewreya perwerdeyê merasîmeke bi amadebûna şervan û fermandarên YPG‘ê, bi dehan şêniyên navçeyê û malbata şehîd Ciwan hate li darxistin û bi turaneke leşker dest pê kir.

Ji fermandarên YPG‘ê Rûbar Dêrikê axivî û û bidawîbûna dewreyê li şervanên nû pîroz kirin.

Rûbar Dêrikê got, "Divê şervan tev li dewreyê bibûne li gorî berpirsyariya ku ji wan tê xwestin bin û xaka xwe ji dagirkeran biparêzin."

Paşê şervanan sonda leşkerî xwarin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

Hejmareke şervanên tev li perwerdeyê dibûn ji ajansa me re axivîn û gotin armanca tevlêbûna xwe ya nava refên YPG‘ê rizgarkirina Efrînê û tevahî xaka Sûriyeyê ji dagirkeran e û teqez kirin ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin heya dilopa dawî ji xwînê.

ANHA