Xenî Mîrzo 250 amûrên muzîkê pêşkêşî dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin

Muzîkjen Xenî Mîrzo bi hevkariya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor 250 alavên muzîkê pêşkêşî peymangeh û dibistanên muzîkê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Xenî Mîrzo 250 amûrên muzîkê pêşkêşî dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
Xenî Mîrzo 250 amûrên muzîkê pêşkêşî dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
Xenî Mîrzo 250 amûrên muzîkê pêşkêşî dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
Xenî Mîrzo 250 amûrên muzîkê pêşkêşî dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
Xenî Mîrzo 250 amûrên muzîkê pêşkêşî dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15 cotmeh, 2018   12:56

KADAR IBRAHÎM – COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Muzîkjen Xenî Mîrzo ku 26 salan ji bo xwedina muzîkê li Spanyayê dijiya, bi hevkariya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor ku ew jî komeleyek e ku ji aliyê gelek muzîkjenên li welatên Ewropayê hatiye avakirin, 250 alavên muzîkê pêşkêşî peymangeh û dibistanên Bakurê Sûriyeyê kirin.

Xenî Mîrzo da zanîn ku hezkirina wî ya muzîkê hişt ku vê projeyê pêk bîne û beşa huner û muzîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixe û wiha got: "Ev pêngava ku me pêk anî, di pileya yekemîn de ye ku şêniyên herêmê xwe di peymangeh û dibistanan de fêr bikin."

Xenî Mîrzo destnîşan kir ku 250 alavên muzîkê ji cureyên herî baş in. Amûr ev in; keman,  gîtar, çello, trompet, klarnet, def û cornet. Xenî da xuyakirin ku wan gelek amûr pêşkêşî peymangehên muzîkê yên li Kobanê û Hesekê kirine.

Nobar Milkonyam ku mamosteyê muzîkê ye û bi eslê xwe Ermenî ye, spasiya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor kir û bi taybet muzîkjen Xenî Mîrzo ku ked da û alavên muzîkê pêşkêşî wan kirin.

Ebdulsetar El-Elî mamosteyê muzîkê li peymangehên Dêrik û Girkê Legê, destnîşan kir ku ev pêngaveke baş ji bo pêşxistina beşa muzîkê li peymangeh û dibistanên muzîkê yên li herêmê ye.

(jo)

ANHA