Xezeba Zeytûnê: Çeteyekî ku destê xwe di dagirkirina Efrînê de hebû hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku ji hêla şervanên wan ve çeteyekî artêşa Tirk a dagirker ku destê xwe di dagirkerina Efrînê û koçberkirina gelê Efrînê de hebû, hatiye kuştin.

Xezeba Zeytûnê: Çeteyekî ku destê xwe di dagirkirina Efrînê de hebû hate kuştin
15 cotmeh, 2018   11:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanên wan 11`ê Cotmeha 2018`an li dijî çeteyekî ku destê xwe di dagirkirina Efrînê û her wiha koçberkirina gelê herêmê de hebû, çalakiyek pêk anî.

Odeyê eşkere kir ku çalakî li bajarokê Qubasîn ê girêdayî bajarê Babê pêk hatiye û di encamê de çete hatiye kuştin.

(kc)