Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Piştî ku topên hewanê ji aliyê herêmên rêjîmê ber bi devera bêçek a di bin serweriya çeteyên Tirkiyeyê de ketin, Cebhet El-Nusra vekişandina ji heman deverê erê kir û spasiya Tirkiyeyê kir. Çalakiyên siyasî ji bo avakirina hikumetên Lubnan û Iraqê berdewam in.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
15 cotmeh, 2018   07:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa devera bêçek a li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê kir. Rojnameyan her wiha diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra jî ji heman deverê vekişiyan. Rojnameyan behsa vekirina Dergeha Nesîb a di navbera Sûriye û Urdunê de kir. Rojnameyan her wiha gelek mijarên din ên wekî avakirina hikumetên Lubnan û Iraqê û rewşa dawî li Filistîn û Yemenê û cezayên li dijî Îranê gotûbêj kirin.

El-Heyat: Topbarana li devera bêçek hevpeymana Idlibê binpê dike

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa rewşa dawîn a Idlibê kir û got ku rewşa li devera bêçek bi baldarî dihat şopandin û li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê tu tevgereke tabûrên cîhadîst ku serweriya ji sedî 70 ji devera bêçek dike tune bû. Her wiha tabûran ji devera bêçek herêmên di bin serweriya rêjîmê de bi topên hewanê topbaran kirin. Rêjîmê jî bersiv da.

Navenda çavdêriyê diyar kir ku ev binpêkirina yekemîn a hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye.

Şerq El-Ewsat: Li ber bidawîbûna muhleta vekişandina çekdaran ji devera bêçek dijwarî derket

Girêdayî heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê û tabûrên opozîsyonê û hin tabûrên radîkal duh beriya ku muhleta li gorî hevpeymana Soçî ya derketina endamên radîkal ji herêmê, topbaran di navbera her du aliyan de pêk hat û ev yek gefan li hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê dixwe.

El-Quds El-Erebî: Heyet Tehrîr El-Şam nîşana erêkirina hevpeymana Idlibê dide

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî behsa helwesta çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji hevpeymanê kir û got ku mezintirîn koma radîkal di Sûriyeyê de duh nîşan daye ku dê hevpeymanê erê bike da ku rê li pêşiya êrîşa rêjîma Sûriyeyê li dijî Idlibê bigire.

Heytet Tehrîr El-Şam ragihand ku dê helwesta xwe piştî şêwira xwe bi pêkhateyên din ên şoreşê re kirine, nîşan daye.

Tevî ku Heyet Tehrîr El-Şam zelal nîşan neda ku dê hevpeymanê qebûl bike, lê da zanîn ku hewl dide ewlehiya welatiyên herêmê biparêze û got ku ew xebatên herêmî ku nîşanî Tirkiyeyê dike, spas dike.

El-Ereb: Dergeha Cabir Nesîb a di navbera Sûriye û Urdunê de vedibe

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Ereb behsa vekirina dergeha sînorî ya Cabir Nesîb ya di navbera Sûriye û Urdunê de kir û got ku wezîra dewletê yê karûbarên çapemeniyê û berdevka hikumeta Urdunê Cumana Xinêmat gotiye ku biryara vekirina dergehê roja duşemê ango îro ye, piştî ku gelek caran hate derengxistin.

Xinêmat da zanîn ku komîteyên pîşeyî yên Urdunî û Sûrî girêdayî tedbîrên pêwîst li hev kirine da ku dergeha sînorî vekin.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat behsa rewşa dawîn li Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Hadî; hewldanên kuştina min 4 caran bûn."

Lubnan

Der barê çalakiyên siyasî û xebatên avakirina hikumeta Lubnanê de rojnameya El-Ereb behsa astengiyên li pêşiya avakirina hikumetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Astengiyên Hizbullahê li pêşiya hêviya avakirina hikumeta El-Herîrî derdikevin."

Iraq

Der barê xebatên avakirina hikumeta Iraqê de jî rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikumeta nû ya Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Washington alîkariya xebatên Ebid El-Muhdî yên avakirina hikumeta Iraqê dike".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê jî rojnameyan behsa gefxwarinên Îsraîlê li dijî tevgera Hemas kir û rojnameya El-Ereb girêdayî vê mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Çalakiya destşikandinê di navbera Hemas û Natanyaho de metirsiya şerekî mezin li Xezayê derdixe."

Cezakirina Îranê

Girêdayî mijara cezayên Amerîkayê li dijî Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Washington; cezakirina Îranê bi hevkariya hevkaran pêk tê."