Cotkaran dest bi berhevkirina zebeş û kunciyan kir

Welatiyên gundewarên Kobanê û Girê Spî dest bi berhevkirina kuncî û zebeşan dikin.

15 cotmeh, 2018   07:27

HÊVÎDAR HERANÎ - IBRAHÎM EL-EHMED / KOBANÊ

Li gundên kantona Kobanê cotkaran dest bi çinîna erdên xwe yên wekî kuncî, nok, nîsk, gilgil(garis), şînkahî û zebeş kir.

Destpêka meha Tîrmehê, piraniya cotkaran erdên xwe diçînin. Li gundên Kobanê cotkar  piranî kunciyan diçînin. Desteya Çandiniyê ya Kobanê ji bo cotkarên gundan bû alîkar.

Zebeş meha 6`an hatibûn çandin û heta meha 11’an jî tên berhevkirin, piranî çandiniya zebeşan li gundê Borêz tê dîtin. Cotkarê bi navê Adil Hemo bal kişand ser barana îsal a ku hemû mêwên şênatiyan tune kirin û ji nû ve zebeş çandin. Hemo wiha got: "Piştî ku em zebeşên xwe qut bikin, em ê beşekê ji wan zebeşan bifiroşin û beşa din jî bikin dendik."

Zebeşên Girê Spî

Li kantona Girê Spî jî destpêka Cotmehê hilberîna zebeşan tê berhevkirin û tov ji zebeş bi rêya alaveke taybet tê derxistin.

Alava berhevkirina zebeş li herêmê tê çêkirin. Berhemê hûr dike û tovan jê cuda dike. Paşê cotkar tovan dikin tûrên taybet bi giraniya 50 kg ji her tûrekekê re. Tov li gorî cure û kalîteya xwe tên firotin.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Ehmed Muslim ê ji gundê El-Yabîse wiha got: "Îsal hilberîna zebeşan ji hilberîna pembo, genim û ceh baştir e."

Ehmed Muslim bi bîr xist ku hilberîna her hektareke ji berhema zebeşê tovan digihîje 600 kg. Her wiha da zanîn ku hilberînê barê cotkaran sivik kir.

ANHA