Dayika Kerîme ji bo zivistanê xaniyên herî çêdike

Çanda kevnar a çêkirina xaniyên bi herî li Rojava berdewam e. Li Amûdê dayika bi navê Hecê Kerîme bi zarokên xwe re ji bo amadekariya zivistanê xaniyên xwe çêdike. 

Dayika Kerîme ji bo zivistanê xaniyên herî çêdike
Dayika Kerîme ji bo zivistanê xaniyên herî çêdike
15 cotmeh, 2018   07:23

QAMIŞLO

Tê zanîn li gelek deverên Rojhilata Navîn çandeke kevnar ku niha jî berdewam dike, çêkirina xaniyan bi heriyê ye. Taybetmendiya van xaniyan ew e ku di demsala havînê de hênik û demsala zivistanê de jî germ in. Ev xaniyên herî bermahiyên Serdema Neolotîk in û herî zêde keda jinan tê de tê dîtin.

Bi taybet li herêma rojavayê Kurdistanê di bajaran de jî van xaniyan çêdikin. Yek ji van cihan jî bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ye. Gelê bajarê Amûdê jî dest bi çêkirin û restorekirina xaniyên xwe yên herî kiriye. Yek ji van kesan jî jina bi navê Hecê Kerîme ya 73 salî ye. Hecê Kerîme bi zarokên xwe re di xaniyên herî de dijî.

Kurê dayika Kerîme ji bo xwe xaniyekê çêdike û dayika Kerîme jî di çêkirina xanî de alîkariya kurê xwe dike.

Dayika Kerîme bi kêfxweşî di çêkirina xanî de cih digire û wiha dibêje: “Jiyana di xaniyên herî de ji yên çîmento xweştir e. Êdî demsala zivistanê hat, divê em jî amadekariyên xwe bikin. Ev keda min hemû ji bo parastina kurê min û neviyên min e. Rast e ez 73 salî me, lê hîn li ser xwe me.”

ANHA