‘Divê hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî foruma destûra nû bibin’

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê şaxê herêma Firatê Azad Oso diyar kir ku rêjîm û opozîsyon sedema kûrkirina aloziyê ne û teqez kir ku amadekirina destûra nû ya Sûriyê bêyî beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi ser nakeve.

‘Divê hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî foruma destûra nû bibin’
15 cotmeh, 2018   06:31

MIHEMED EL-EHMED –TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê şaxê herêma Firatê Azad Oso têkildarî hewldaên amadekirina destûra nû ji bo Sûriyê ji ajansa me re axivî û got Komîteya Destûrî ya ku di civîna Astanayê de derket, du qubeyên xwe hene; yek opozîsyona ku desteka xwe ji Tirkiyeyê digire û ya din jî rêjîma Sûriyeyê ye. Oso bi lêv kir ku komîteya hatiye avakirin pêkhateyên din ên li ser axa Sûriyeyê nahewîne.

Oso wiha got: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dibîne ku yek partî nekarî Sûriyê ber bi aramiyê ve bibe, hemû partiyên Sûriyê ji bo xilaskirina Sûriyê ji krîzê divê bibin xwedî yek biryar."

Azad Oso destnîşan kir ku armanca partiya wan wekhevî û hevbeşî ye, her wiha dibîne ku divê hemû pêkhate û partî ji bo xizmeta civakê bibin xwedî biryar.

Oso di nava axaftina xwe de teqez kir ku Komîteya Destûrî heger ji rêjîm û opozîsyonê were avakirin, der barê aloziya Sûriyê de tiştek naguhere, berevajî wê dê aloziyê mezintir bike û wiha dewam kir:"Ji ber ku her du alî sedemên sereke yên aloziya Sûriyê û rijandina xwîna sivîlan in ku ev 8 sal e berdewam dike."

Oso bi bîr xist ku çi destûr an jî projeyên çareserkirina aloziya Sûriyê divê nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, bawerî, mezheb û etnîkan bike.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê şaxê herêma Firatê Azad Oso anî ziman ku ji bo avakirina destûreke nû ji bo Sûriyê pêşerojê divê civînek bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê were lidarxistin û wiha bi dawî kir: "Înkarkirina pêkhateyek, etnîk, netewe yan jî baweriyekê di amadekirina destûrê de, ev destûr wê bi ser nekeve.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Steffan De Mistura bi "Koma Biçûk" re (Amerîka, Fransa, Brîtanya, Urdun û Sûriye) hewl dide destûreke nû ji bo Sûriyê deyne. Hin aliyên herêmê û navdewletî heya niha ji bo avakirina komîteyê li hev nekirine.

Çavdêr dibînin ku, hewldana avakirina komîteyê dê dirêj bikin û sedema vê yekê spartin, berjewendiyên hêzên herêmî û cîhanî di Sûriyê de, di heman demê de nebeşdarkirina hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di amadekirina destûrê de.

ANHA